• DOLAR 32.505
  • EURO 34.821
  • ALTIN 2487.432
  • ...
Karwana Hêvîyê kampanyaya alîkarîya qirtasîyeyê da destpêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karwana Hêvîyê ya ku ji perwerdehîyê heta xwarinê, ji alîkarîya xwarinê heta tenduristîyê him di nav welat de him jî di derveyê welat de di gelek sernavan de alîkarîyên xwe dighêjîne mihtacan, di dema 2022-2023yan a perwerdehî-hînkirinê de ji bona kampanyayê xwe yên ku bi navê temînkirina îhtîyacîyên xwendekaran dan destpêkirin bang li xêrxwazan kirin.

Cengîz Kurtaranê Serokê Giştîyê Weqfa Alîkarîya Însanî yê Karwana Hêvîyê derheqê kampanyayê de daxuyanîyek da û weha got, “Em her sal bi navê ‘pakêta alîkarîya ji perwerdehîyê re’ bisîstemî alîkarîya qirtasîyeyê ji xwendekarên xwe re dikin. Bi îzna Xwedê em ê di dema 2022-2023yan a perwerdehî-hînkirinê ku di vê pêvajoya ku derheqê aborîyê de gelek zehmet tê kişandin de, zemên ku li serî ji xanîyan re tên kirin û mirovan jî ji vê pêvajoyî gelek zehmetîyê dikşînin de ji bona ku barên wan sivik bikin alîkarîyê bikin. Ji ber vê yekê me jî ji xêrxwazên xwe re bang kir. Em ê ji xwendekarên xwe yên dibistana pêşîn, dibistana navîn û lîseyê re alîkarîya qirtasîyeyê bikin. Di vê çarçoveyê de ev xebata me ew ê li çar alîyê Tirkîyeyê bê tertîpkirin. Vê kampanyaya me xeyn li Tirkîye bi taybetî ji birayên xwe yên ku li welatên Yemen, Filistîn, Efxanistan û hinek welatên Efrîqayê ne re jî alîkarîya qirtasîyeyê bikin. Ez ji li vê derê ji hemû xêrxwazan re bang dikim. Bila alîkarîyên xwe bidin xwendekarên me. Em jî ji bona sibê roja wan zarokan, ji bona ku hêvîyên wan ava bikin, ji bona ku amûrên wan kêmasî nebin û wisakî neçin dibistanê xebatê dikin. Em ê di meha Îlonê de bi îzna Xwedê alîkarîyên xwe belav bikin.” (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir