• DOLAR 32.589
  • EURO 34.791
  • ALTIN 2407.306
  • ...
Li Emrîqayê ji avahîya FBI re teşebûsa êrîşê: Êrîşdar hat kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin, zilamekî çekdar li bajara Cîncînatîya li wîlayeta Ohîoya Emrîqayê teşebûs kir ku bikeve nav avahîya FBIyê, lê dema ku teşebûsa xwe serfiraz nekir dest bi revê kir. Piştî revîna wî polês jî xebatên qefaltinê da destpêkirin.

Hat îfadekirin kesê êrîşdar 42 salîye û navê wî jî Rîcky Shîffer e. Li gorî weşanên wî yên medyaya civakî Shîffer, beşdarî êrîşa kongreyê ya ku di 6ê Çileya 2021an de hatibû kirin bûye.

Rayedaran îfadekirin ku mufetîşên federalê derheqê Shîffer de lêgerîn dikin ku ka eleqeyê wî bi komên Proud Boys an jî komên dinê re heye an jî tuneye.

Ji teref rayedaran ve hat destnîşankirin ku ev êrîş di dîroka xwe yê bûyîna piştî li lêgerîna mala Trumpê de balan li ser xwe dikşîne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir