• DOLAR 32.565
  • EURO 34.828
  • ALTIN 2433.93
  • ...
500 kewarên mêşên hingiv ên ku di kemyonê de bûn şewitîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yaşar Olmez'ê(38) ji Edene'yê, 500 kewarên mêşên hingiv li Sîvrîce'ya Xarpêt'ê xist kemyona kirêkirî ya bi plaka 06 DL 4016. Olmez'ê ku mêşvanîyê dike bi 'ereba xwe ji bo çûyîna Pirsus'a navçeya Riha'yê li pey kemyonê derket rê.

Dema ku gihaşt derketina Çêrmûk'ê di kemyonê de şewat derket. Li ser îxbarkirinê, ekîbên îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê û midaxeleyî agir kirin. Şewata ku li wê carinan teqîn çêdibû û kewarên giştikî jê zirar dîtibû, bi midaxeleya îtfaiyeyê hat vemirandin. Bûyer bi kameraya telefonê hat kişandin.

Yaşar Olmez

"Xeyrî vê tu karê min tune ye, ez nizanim ezê çi bikim"

Yaşar Olmez di daxuyaniya xwe de werê got: "Mêş şewitîn, giştik debara min çû. Xeyrî vê tu karê min tune ye, ji ber vê yekê ez nizanim ku ezê çi bikim. 500 kewarên mêşên hingiv şewitîn. Ez li benda alîkarîya herkesî me. Bila dengê min bibihîzin. Nezî 750 hezar TL zirara min heye." (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir