• DOLAR 32.376
  • EURO 35.064
  • ALTIN 2325.797
  • ...
Hesa hevparê dema ku Kerbela tê gotin: Xwedî derketina de’wa Huseynî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cemîyeta Mustez’efan bi minasebeta 10ê Muharremê ku roja Aşurayê ye li Dîyarbekir bi şîara “Sekinîya Li Hember Zilmê û Çûndina Li pey Ehlî Beytê” bernameyek tertîp kir.

Beşdarîyên ku beşdarê bernameyê bûn fikr û ramanên xwe belav kirin û gotin ku ji bona ku Kerbelayên nû neynê jîyankirin gerek de’wa Hezretî Huseyîn baş bê fêhmkirin û bê ajotin.

Vedat Turgutê Endamê Sazîya Îdareya Giştî yê HUDA PARê jî beşdarî bernameyê bû û ew jî fikr û ramanên xwe belav kir û bi bîr anî ku 10ê Muharremê yanê roja Aşurayê salvegera şehadetê Hezretî Huseyîn û hevalên wîye û her der bûye wek Kerbelayê.

Turgut di axavtina xwe de destnîşan kir ku Misilmananan her sal qetlîama Hezretî Huseyîn û hevalên wî yên ku ji teref Yezîd ve hatin qetilkirin yad dikin û weha got, “Em dibêjin ku em jî Huseynî ne, di rêya wî û hevalên wî de ne. Hezretî Huseyîn û hevalên wî çawa ku li hember zilmê û kufrê sekinîne em jî wisakî disekinin. Mixabin bi rastî jî qetlîama ku li Kerbelayê hat kirin îro li Myanmarê, li Filistînê, li Sûrîyeyê, li Efxenistanê, li Tirkistana Rojhilat û li hemû welatên Îslamê tê kirin. Hezretî Huseyîn û hevalên wî ji bona yekîtîya Îslamê, îttîfaqê û îttîhadê kom bûn û çûn Kerbelayê, wan deran jî bi xwîna xwe av dan û wek ku ji bona Misilmanên wê demê bûbûn îttîfaq digel ji ser sed sal jî derbas bûye Misilmanan, ji bona  de’wa Kerbelayê û şehîdên Kerbelayê dicivin.”

VEDAT TURGUT

“Ji bona ku Misilmanan ji zilletê xelas bibin gerek wek Hezretî Huseyîn li hember zilmê micadeleyê bikin”

Turgut, di berdewama axavtina xwe de weha got, “Ji ber ku alema Îslamê ji rêya Quranê, sinnetê û ehlê beytê cuda bûne li çar alîyê dinyayê êsîr in, mezlum in, mustez’ef in û xwîna wan tê rijandin. Ji bona ku em Misilmanan ji vê zilletê xelas bikin lazim e ku em wek Hezretî Huseyîn û Resulê Xwedê li hember zilmê micadele bikin û rêya wan jî bidomînin. Dema ku Hezretî Huseyîn û hevalên wî li Kerbelayê şehîd bûn dibe ku li çar alîyê dinyayê Misilmanan bêdeng mabin, çavên wan nedît û yê hinekan jî nexwest bibîne. Qetlîamên ku îsraîl îro dike jî ji ber bêîttîfaqîya me ye. Em wek ku Hezretî Huseyîn û de’wa Kerbelayê bighêjin hev wan zaliman ew ê vê zilmê nikarin ji me re bikin. Em 10ê meha Muharremê qada Kerbelayê pîroz dikin. Şehadetên wan bila bimbarek be.”

Ercan Şenolê Serokê Navçeya Surê yê HUDA PARê jî derheqê şevê de fikr û ramanên xwe got û Hezretî Huseyîn li hember batil serhildan kirîye û di rêya heqîyê de jî canê xwe feda kirîye, micadeleya Kerbela û Hezretî Huseyîn ji bona Misilmanan derseke mezin e.

ERCAN ŞENOL

Şenol di axavtina xwe de weha got, “Eger ku hinek mirovan bi navê Îslamê mezin bibin, hinek cihan xesp bikin û zirarê bidin vê dînê ya bi şeref em jî bi dersa ku ji Hezretî Huseyîn girtine serî li hember wan mirovan rabikin û heqîyê bibêjin. Ger ku ser û canê van Misilmanan ji holê bê rakirin jî bila ev rê terk nekin û bila dînê Hezretî Muhammed (selat û selam li ser wî be) dikaribin li ser rûyê ‘erdê bi ebedî hakim bikin. Lazim e ku ev mîras ji hemû Misilmanan re bimîne. Lazim e ku Misilmanan jî xwedî li vê mîrasê derkevin û gerek bi bedêla can û malên wan jî ev mîrasê terk nekin.”

“Kesên li pey Yezîd diçin mixabin Ahmed in, Huseyîn in, Muhammed in”

FATÎH TAŞ

Fatîh Taşê Pêşkerkarê bernameyê jî derheqê rojê de axivî û di axavtina xwe de bal li ser muhîmtîya meseleya Kerbelayê kişand û weha got, “Li Kerbelayê em dizanin ku Yezîd û hevkarên wan, ehlê Kufeyê û wan kesên ku bi sozên xwe li alîyê Hezretî Huseyîn bûn dema ku Hezretî Huseyîn li hember zilmê serê xwe rakir pişta xwe dan wî û îxaneteke mezin li Hezretî Huseyîn kirin. Em vîya jî dizanin ku hedîseya Kerbelayê ne meseleyeke alelade û ne meseleyeke ku carek hatîye qewimandin e pirî carna meseleyên wek Kerbelayê hatine kirin. Hetta pirî caran dilê me şewitandine. Ew kesên ku dane li pey Yezîd û ew kesên ku bûne hevkarê Yezîd, bi navê xwe Ahmed in, Huseyîn in, Muhammed in. Lê em dinhêrin di her demî de îxanetê li Huseyînan dikin û di pişt de li Huseyînan dixin. Ji ber vê yekê em jî di vê demê de dixwezin ku bi Hezretî Huseyîn re bey’atê bikin û li hember Yezîd û yezîdan serî rakin.”

MUZAFFER KARAVÎL

Muzaffer Karavîlê ku beşdarî bernameyê bû derheqê şevê de û hedîseya Kerbelayê de fikr û ramanên xwe got û weha got, “Hezretî Huseyîn, ji bona me şînekî pir giran e lê me’neyeke pir kur e. Hezretî Huseyînê ku bi ‘eşqa şerîeta Xwedê ji bona edaletê li hember zilmê sekinîye, ji bo hemû însanan û ji bona Misilmanan mîsalê; şîarbûna ji bona bêadaletî, zilm û neheqîyê ye. Çi qas jî di dilê me de şîneke gelek mezin be jî dema ku em wî tînin bîra xwe em di dilê xwe de hêvîyeke mezin ava dikin. micadeleya Hezretî Huseyîn; xelasbûna mezluman û êsîran ji zilm, fisq û ficûran e. Xwedê Teala me ji rêya wî neqetîne.”

HUSEYÎN ADIYAMAN

Hecî Huseyîn Adiyaman jî fikr û ramanên xwe anî ziman û weha got, “Dema ku Hezretî Huseyîn tê bîra me dilê me dişewite. Qetilkirin û tehdayîya minafiq û zaliman a li ser xelqê ji bîra me dernakeve. Dema ku em şehîdkirina wan difikirin em dibînin ku şekl û şemalên qatilan wek hev in û zilim jî berdewam e.” (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir