• DOLAR 32.386
  • EURO 35.096
  • ALTIN 2326.86
  • ...
Lubnan, keştiya zadê ku ji Ûkrayna'yê ve hatibû qebûl nekir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Keştiyê bi navê RAZONÎ'yê ku têde garis hebû û di çarçoveya encama hewldanên ji teref Serokomar Recep Tayîp Erdogan ve 22'a tîrmehê de "Belgeya Teşebusa Sewqkirina Ewlehî ya ji Benderên Ûkrayna'yê yên Zad û Xwarinan" ku di navbeyna Tirkiye, Rûsya, Ûkrayna û NY de hatibû îmze kirin, ji Bendera Odessa'yê ji bo çûyina Lubnan'ê derketibû rê.

Keştiya Razonîyê ku hefta çûnê bi 26 ton garis ve ji Bendera Odessa'yê hereket kiribû dihat hevî kirin ku 7'ê tebaxê de bigihîşta Lubnan'ê.

Lê hat diyarkirin ku ji ber binasî ya 5 mehan dereng ma ye Lubnan keştiya ku zad têde bû qebûl nekir.

'Elî Hemîya Wezîrê Ragihandina Lubnan'ê di daxiyaniya ku li ser hesaba xwe ya medyaya civaki de da gotibu, "Keştiya Razonîya ku têde garis hebû û ji Bendera Odessa'yê derketibû rê, li gorî gotinan gere bigihîşta Bendera Trablusşam'a Lubnan'ê, encax keştî berî ku bigihîjê cihê gihîştinê rê ya xwe guherand." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir