• DOLAR 32.345
  • EURO 35.145
  • ALTIN 2309.178
  • ...
SON DAKİKA
Li Dîyarbekir pevçûna bi çek: 4 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin 2 komên ku di nav wan de neyartî hebûn di 7ê Tebaxê roja Yekşemê de li navçeya Rezan leqayê hev hatin û S.Çyê ku bi motorbisiqletê hat cihê bûyerê demençeyê xwe derxist û berê neyarê xwe de. Li ser vîya K.A jî demençeyê xwe derxist û berê hevdû dan.

Hat hînbûn ku di encama pevçûnê de S.Ç., K.A. û 2 kesên ku di rê de derbas dibûn û hêj navê wan nehatine hînbûn birîndar bûn.

Bi xeberdayînê ji cihê pevçûnê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

K.A, M.A. û S.Ç. yên ku di qamerayên ewlehîyê de hatin tespîtkirin ji teref polêsan ve hatin binçavkirin. Di encama muameleya ku li ewlehîyê hat kirin  de K.A û birayê wî M.A. hatin girtin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir