• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ji devê heval dozên wî merhûm Mehmet Yavuz
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mehmet Yavuz'ê, bi sîyaseta ku di HUDA PAR'ê de kiribû ji teref herkesî ve dihat hezkirin, li ser wefata wî ku di 9'ê tebaxa 2019'an de li Nexweşxaneya Onkolojî ya Zanîngeha Dîcle'yê de tedawî didît 3 sal derbûs bûn bi minet tê yad kirin.

Yavuz'ê ku bi kesayetîya xwe hewayek nû anî bû nava sîyasetê, bi 'ilmên Îslamî xemilandî, bi agahiyên sîyasî û di babeta zimanê dîplomatîkê de jî bûbû kesekîyê nimûneyek.

Serokê navçeya Çukurova'ya Edene'yê ya HUDA PAR'ê Huseyîn Ayaydin û heval dozê Yavuz'ê Muhyedîn Temûr, di heqê Mehmet Yavuz de ku salvegera wefata wî ya 3'yem e ji ÎLKHA'yê re peyivîn.

Huseyîn Ayaydin

Serokê navçeya Çukurova'ya Edene'yê ya HUDA PAR'ê Huseyîn Ayaydin behsa bîranîneke ku di navbeyna wî û merhûm Yavuz de derbas bûye kir, Ayaydin werê got:

Merhûm Mehmet Yavuz Xoce tevî malbata xwe hatibû mêvandariya mala me. Xwarin hazir bû, em rûniştin sifrê, di sifrê de kutilk hebû. Mehmet Xoce piştî du sê parî xwar hema werê nerî û pirsî 'li vê malê keseka ji Semsûrê heye?'. Yanî qesda jina malê kir. Me jî bi tebessum got, 'Belê xoce, li malê ji Semsûrê hemşîreyek we heye,'

Bi vî awayî dema em li malê man, wexta nimêjê bû. Me destmêja xwe girt û qamet anît. Mehmet Yavuz Xoce ji bo nimêjê pê bide kirin çû pêşiya sefê. Wexta ku dixwest tekbîra îftîtehê bîne, li xwe zivirî û pirsî: Îbrahîm, Îbrahîm li ku ye? Îbrahîm jî kurê wî bi xwe bû."

"Ji bo rûmetê gelan û ji bo nimêjê pir hesas bû"

Ayaydin gotinê xwe werê domand, "Mehmet Yavuz Xoce di van her du bûyeran de rê me dida ku ji bo rûmeta gelan û mijarên ji nava gel tê re ji qasî bihest bû. Heta bi te'ma devê ke fêm dikir ku li wê malê ji kîjan memleketî mirov heye; bi vî awayî dema wexta kirina nimêjê jî, xwestina zarokê xwe daxil kirina nimêjê nîşanî me dide ku di warê nimêjê jî ew qasî hesas e."

"Eger ez se'etekê din Mehmet Yavuz temaşe bikirîyama, minê raya xwe bida HUDA PAR'ê"

Ayaydin got ku dema Mehmet Yavuz di çarçoveya xebatên partiyê û hilbijartinê de hatiye Edeney'ê derfeta naskirina wan çêbûye û, ew bûne şahidê dilovaniya wî, welatiyekî ku got tevî hemû israra wan a di xebatên hilbijartinê de ew raya xwe nade me gotiye ku; 'Min serokê giştî yê we çend roj berê di televîzyonê de temaşe kir. Heta dawî min temaşe kir. Eger se'etek din min wê bernameyê Mehmet Yavuz temaşe bikirîyama bawer bike ku minê raya xwe bida HUDA PAR'ê."

Ayaydin dawiya gotina xwe de van îfadeyana bikar anît:

Ziman, zargotin, nêzîkatiya mirova, ken û evînê yê Mehmet Yavuz Xoceyê rastî hemû beşên civakê kişand ber xwe ve û ji hemû beşên civakê hest û evînek li hember wî peyda bû. Mehmet Yavuz Xoce 'umrê xwe yî ku Xweda da bû wî qedand. Loma ji nav me çû. Em bi ve ya bawerin ku bi hezaran birayên me yî Mehmet Yavuz Xoce hez dikin hene. Bi hezaran birayên me yên ku wek wî difikirin, wek wî zargotinan dikin… Xweda dîsa rehma xwe lê bi ke.

Muhyedîn Temûr

"Xîret, evîn, sewda û hesreta wî her tim Îslam bû"

Muhyedîn Temûr diyarkir ku Mehmet Yavuz  ji zarokatî heta serdema xwendekariyê û heta emanetê xwe teslîmî rebbê xwe bike jî ji rê ya xwe şaş nebû.

Teymûr ragihand ku xîret, evîn, sewda û hesreta wî her tim Îslam bû û werê gotina xwe dewam kir, "Di nav fikara "çawa karim xortekî ji nav çiravê derxim?" de bû. Tu car stûyê xwe xwar nekir. Tu car nebetilî. Bê betlan di rê ya xwe de dewam kir."

"Berî ku tiştekî ji kesekî re bêjî, pêşî di heyata xwe de tetbîq dikir"

Temûr van îfadeyan bikar anît, "Yên ku bi rastî Mehmet Yavuz zanin kesên ku wî nas dikin û bi wî re dijîyan in. Kesekî dilsoz bû. Berî ku tiştekî ji te re bêjî, pêşî di heyata xwe de tetbîq dikir. Ew bixwe tehemûlî zehmetan dikir. Ji bo ku ew bixwe di jiyana xwe de tetbîq kiribû dema ji te re digot bandorî li ser te dikir."

"Ya Rebbî, bibim yek ji wan kesên ku di vê îmtîhanê de bi sebir serfiraz bûne"

Temûr got ku di dema giranbûyîna nexweşîya wî de bi telefonê bi wî re peyivîye, got ku behsa gotebêjê wan ê dawiyê werê bû: "Şitexaliya me yî dawî ya telefonê tu car ji bîra min naçe. Merhûm digot, 'Wellahî ez tenê ji tiştekî ditirsim. Ez dibêjim Ya Rebbî. Min bike ji sebirkeran. Ya Rebbî, min bike ji wan kesên ku di vê îmtîhanê de bi sebir serfiraz bûne. Birayê Muhyedîn bi rastî êş pire, lê tu sebir bike êş qet tune ye.' Mehmet Yavuz Xoce kesek werê bû"

Temur diyar dike ku Mehmet Yavuz di xortaniya xwe de dema xwendekar bû rojekî hatiye betlaneyê û werê di gotina xwe de dewam kir, "Ez li mizgeftê ji zarokan re ders didam. Nêzî nimêja nîro bû. Nezî 150 heb telebeyê me hebû. Min dawiyê nerî ku Mehmet Yavuz jî li wir e. Dema ku dît zarok li mizgeftê ketine rêzekê kêfxweş bû. Ew ronîya û şahiya ku wê rojê di çavê wî de min dît encax rihê min ji vê laşê derkeve ezê bîr bikim."

Temûr îfade kir ku piştî dersa zaroka xelas bû Mehmet Yavuz hat cem min û werê got, "Kefxweşiyek wî werê hebû ku nayê gotin. Û got 'Dema ku min vê rewşê dît wek ku tapo ya Kahta'yê giştikî te da min. Min van zarokan dît ya, wek ku ez aniha li baxçe ya cennetê de me.' Min got, 'Zarok giştikan çûn, ka em jî herin.', got, 'Muhyedîn abê ka ez hebikî din li vê mizgeftê bim. Ez hatina zarokan dîsa temaşe bikim." Ha ev qasî evîndarê xort û zarokan bû. Zarokan cezb dikir."

Temûr diyarkir ku kesekî yê ku Mehmet Yavuz nas bike, heta dawiya 'umrê xwe nikare Mehmet Yavuz bîr bike. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir