• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Trump: Ajanên FBIyê êrîşê mala min ya li Florîdayê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Donald Trump di daxuyanîya ku niviskî belav kir de weha got, “Mala min ji teref gelek ajanên FBI ve hat îşxalkirin. Êrîşeke ewakî encax di herba cîhana 3yemîn de tê kirin.”

Trumpê ku îddîa dike ji namzedbûna hilbijartinên serokatîyê a 2024an re tê xwestin ku astengî ji wî re bê kirin, destnîşan kir ku ajanên FBIyê bi destûrnameya lêgerînê hatin mala wî û qaseyekî li malî vekirin.

Hat îfadekirin ku di dema êrîşê de Trump ne li malê bûye.

Ji teref FBI û Wezareta Edaleta Emrîqayê ve tu daxuyanîyek nehat dayîn, lê hat îddîakirin ku sedema êrîşê dibe ku ji ber girtina dokumanên veşartî ya Trumpê ku di meha Çileyê de ji Qesra Spî girtibû be. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir