• DOLAR 32.475
  • EURO 34.917
  • ALTIN 2427.792
  • ...
Ji Tirkîye ji suîqestên ku li Emrîqayê li Misilmanan tê kirin re bertek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li bajara Albuquerqueya li wîlayeta New Mexîco ya Emrîqayê cinayeta Misilmaneke dinê jî pêk hat. Li bajêr di nav 9 mehên dawîn de 4 Misilman hatin qetilkirin.

Ji teref Wezareta Karên Derve ve derheqê meseleyê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin:

“Em li bajara Albuquerqueya Emrîqayê, ji meha Mijdarê vir ve 4 Misilman ku 3 kesên wan di nav vê hefteya dawîn de ne ku bi şekleke guman hatine kuştin gilîdar in.

Em dixwazin ku failên van cinayetên serî yên ku ji teref polêsan ve tê îfadekirin dibe ku ev cinayetan giştî bi hevdû re girêdaybin bila derkevin ber dadgehê, em hêvî dikin ku bila meqamên Emrîqayê ku derheqê vê meseleyê de eleqedar in ji bona ku ev mesele bi lez û bez derkeve holê tehqîqat û lêgerînan bila bi fîtozî bikin.

Em bi vê wesîleyê, ji kesên ku canê xwe ji dest dane re ji Xwedê rehmê, ji malbatên wan re jî sebrê daxwaz dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir