• DOLAR 32.516
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2435.327
  • ...
Cemîyeta Mustazafan gel vexwand bernameyên Kerbelayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber minasebeta Roja Aşûrayê ya ku 10 roja meha Muharremê ye ew ê ji teref Cemîyeta Mustazafan ve sibe di seat 20.30î de li navçeya Kayapinara Diyarbekirê li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê bi mijara “Sekna li Dijî Zilmê û Di Pey Şopa Ehlê Beyt de Çûyîn” bernameyek bê tertîpkirin.

Murat Aslanê Serokê Giştî yê Cemîyeta Mustazafan derbarê mijarê de destnîşan kir “Meseleya Kerbelayê nîşanî me da ye ku divê em li dijî zilmê birawestin” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ê ji ber vê minasebetê him Diyarbekirê û him jî li gelek bajar û navçeyan bi vê minasebeyê bernameyan tertîp bikin. Em temamê gelê Diyarbekirê da’wetî vê bernameyê dikin da ku digel nas û cîranên xwe beşdarî vê bernameyê bibin.”(ÎLKHA)

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir