• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Çîn: Îhtîmala operasyona leşkerî ya li dijî Teywanê heye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Lu, derheqê pêvajoya ku di demên dawîn de derheqê Taywanê de tê ajotin de nirxandinan kir û daxuyand ku Îhtîmala operasyoneke leşkerî ya Çînê li dijî Taywanê heye.

Lu, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku heta 20 sal berê jî Taywanîyan dixwestin ku beşdarê ‘erdên Çînê bibin û axavtina xwe weha domand ji ber, “Kirina propagandaya gelek zêde ya Partîya Pêşvexweza Demokratîk li dijî Çînê” îro kesên ku li giravê ne li hemberê vê ne.

Lu, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku zîyaretkirina Nancy Pelosîya Seroka Meclîsa Temsîlkarên Emrîqayê li Teywanê bi gotinên “talukeyeke mezin e û krîzê çêdike” û “provokasyona nelazim e” nirxand.

Lu, bal kişand ew ê ku “Tansîyonê” zêde dike ne Çîn e, zîyareta Pelosîye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir