• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Perwerdeker Ozkan Yaman: Dînekî midaxilê jiyana civakî ne be, ew ne dîn e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya ku li Navenda Çandî ya Ordeklîyê bû gotarvanê wê Ozkan Yaman derheqê wate û taybetîya rojê de peyivî.

Di bernameya ku pêşkêşkerîya wê ji teref Umut Işik ve dihat kirin de Xoce Ebubekîr Aslan jî bi xwendina Qur’an-ê bernameyê da destpêkirin. Dû re bername bi xwendina qesîdeyên ku ji teref hunermend Yasîn Arslan û Nurullah Aslim ve dihat gotin dewam kir.

Ozkan Yaman bi Fatih’ê Quds’ê Selaheddînê Eyyûbî dest bi gotinê xwe kir. Yaman werê got, “Ji Selaheddînê Eyyûbî re dibêjin, 'Te Quds’ê feth kir, wê karibin dîsa werin Quds’ê? Wê karibin van derana ji me bistînin? Selaheddînê Eyyûbî dibê je ku 'Ew tu car nikarin werin nahiya me. Lê bi şertekî, heta ku em mêrxasê Xweda bin nikarin têkevin nahiya me."

 

"Şiarên vê dîne li sûk, mekteb, banke û li her derê wê xuya bike"

Yaman diyarkir ku dînekî midaxilê jiyana civakî ne be, ew ne dîn e û gotinê xwe wilo domand:

Kesên van tiştan dibêjin mêrxasên Xweda ne. Şiarên vê dîne sûk, mekteb, banke û li her derê wê xuya bike. Li ku derê bin. Vana kesên werê ne ku dixwaze li Emerîka'yê bin yan jî li Ewrupa'yê bin. Cihê ew li wir bin û bên dîtin Xweda tînin bîrê. Dema ku hun li exlaqên wan dinerin, Pêxemberê (eleyhîsselatu wesselam) me tê bîra we. Eshabiyên wî, esra wî û ehlê malê wî tê bîra mere. Vana kesên werê ne. Şert û merc çi bin, Ev mêrxasana teslîmê wan şert û mercan nabin. Ew teslîmî Xweda bûne.

"Ev dema ku îman di dest de bûye bizot ev kesan her gav bi mirinê re rû bi rû ne"

Yaman'ê ku got zikrê Xweda hêdî hêdî ji nava sûk û bazaran kêm dibe û axavtina xwe weha dawî kir, "Ew mêrxasan ji bo veya hebûn. Cihê wan mêrxasana ku der be jî, ew bi zikra Xweda ji bo bibereket kirina wê derê hene. Ew mêrxasên Xweda di nav wan mescîdên ku ji bo teqwa yê hatiye damezrandin de ne. Muhammed Ata Zengîn mêrxasekî werê ye. We qey bihîst? Mêrxasek werê hatiye. Hun di wê dema ku îman di dest de dibe wek bizotê her gav bi mirinê re rû bi rû ne. Hun her gav karin bibine şehîd. Û çend mêrxas derdikevin. Li mizgefta gundekî di nava mirinê de dibêjin ku em heta mirinê livirin. Ha vana mêrxasin. Em zarokên xwe û xwe bi xwe bişibhînin van kesên mêrxas û bibînin ku di rêya wan de dimeşin wê çaxê emê bibin kesên xweşbextane."

Bername bi gotinên qesîdeyan qedîya. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir