• DOLAR 32.573
  • EURO 34.882
  • ALTIN 2432.09
  • ...
Mucahîd: Agahîya me ji hebûna Zewahîrî yê li Efxenistanê tunebû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mucahîd, derheqê qetilkirina Zewahîrî de daxuyanîyek belav kir.

Mucahîd, “Roja borî êrîşek li xanîyeke ku li bajara Kabûlê bû hat kirin. 2 roj paşê jî Joe Bidenê Serokê Emrîqayê, îddîa kir ku di vê operasyonê de Eymen El-Zewahîrîyê Serokê El-Kaîdeyê ji teref yekîneyên Emrîqayê ve hatîye hedefgirtin. Agahîya Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê ji hatina Kabûlê û mayîna li Kabûlê yê Eymen El-Zewahîrîyê tuneye.”

Mucahîd di berdewama daxuyanîyê de îfade kir ku ew piştî êrîşê talîmata tehqîqateke mezin da ne û weha axavtina xwe domand, “Ji ‘erdên Efxenistanê, bi tevî Emrîqayê ji tu welatekî re tehdîdek tuneye. Emîrtîya Îslamê, dixwaze ku Peymana Dohayê bidomîne û dixwaze ku îhlalkirina peymanê jî bidawî bibe”

Di dawîya axavtinê de weha hat gotin, “Em cardin îşxalkirina welatê me yê ji teref Emrîqayê ve, îhlalkirina hemû rêgezên navneteweyî û ev êrîşê şermezar dikin. Domandina êrîşeke ewakî, mesulîyeta wê ew ê bi temamî aîdê Emrîqayê bibe.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir