• DOLAR 32.593
  • EURO 34.836
  • ALTIN 2490.184
  • ...
Eymen ez-Zevahîrî ji teref Emrîqayê ve hat qetilkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Joe Bîdenê Serokê Emrîqayê, li Qesra Spî daxuyanîyek çapemenî belav kir û di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ew di seatên serê sibê de li Kabîla paytexta Efxenistanê bi dronan êrîş li mala ez-Zevahîrîyê Misirî ê ku di êrîşên 11 Îlonê de tesîra wî gelek zêde bûye kir û wî qetil kirin.

Hat destnîşankirin ku di êrîşê de fuzeya “Hellfîre” hatîye şixulandin û Zevahîrî jî dema di banokê de bûye êrîş lê hatîye kirin.

Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê êrîşê şermezar kir

Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxenistanê, daxuyand ku ew vê êrîşê “bi şeklê herî bi qewet şermezar dikin”

Mucahîd di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku di seatên serê sibê yê roja yekşemê de li Taxa Şerpurê bi balafirên bêînsan yê aîdê Emrîqayê êrîş li xanîyek hat kirin, mucahîd got ku ev êrîş îxlalkirina peymana Dohayê ya ku di sala 2020yan de bi Emrîqayê re derheqê derketina hêzên xwerîb ji Efxenîstanê hatibû îmzekirin û unsûrên navneteweyîyê ye.

Mucahîd di daxuyanîya xwe de weha got:

“Emîrtîya Îslamê ev êrîşa ku ji çi sedemê hatîye kirin bi tundî şermezar dike û weha dihesibîne ku ev êrîş unsûrên navneteweyî û Peymana Dohayê îxlal dike.

Êrîşên ewakî, domandina serpêhatîya biserneketî ya 20 salê ya dawî ê Emrîqayê ye û êrîşên ewakî ji menfeatên Emrîqa, Efxenistan û herêmê re jî dijraber e.

Domandina êrîşên ewakî ew ê ji firsendên ku niha hene re zirarê bide .”

Eymen Ez-Zevahîrî kî ye?

Zevahîrîyê ku di 19ê Hezîranê sala 1951an de li Kahîreya paytexta Misirê hat dinyayê, di 1974an de ji Fakulteya Tip a Zanîngeha Kahîreyê perwerde bû.

Di suîqesta ku di sala 1981an de ji Enver Sedatê Serokkomarê Misirê re hat kirin de navê wî derbas bû.

Digel paqij derketina ji suîqesta Enver Sedat jî, ji sucê “peydekirina çekên ne fermî” hat sucdarkirin û 3 sal di hefsê de ma.

Zevahîrî, li Misirê di dema ku di hefsê de ma de ji teref rayedaran ve daîma îşkence didît.

Piştî berdana ku di sala 1985an de hat berdan, mala xwe bir Erebistana Siûdî.

Zevahîrîyê ku di sazkirina rêxistina Cîhada Îslamî ya Misirê de bi cih girtîye, di demên pêşîn de jî alîkarîya Usame bîn Ladîn girt ser xwe.

Di encama êrîşa ku di sala 2001an de li bajara Qendehara Efxenistanê hat kirin de pîreka wî, kurê wî û du qîzên wî ji teref Emrîqayê ve hatin qetilkirin.

Bîn Ladîn di meha Gulan a 2011an de ji teref Emrîqayê ve hatibû qetilkirin û piştî qetilkirina Bîn Ladîn, Zevahîrî serokatîya El Kaîdeyê da ajotin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir