• DOLAR 32.527
  • EURO 34.754
  • ALTIN 2488.951
  • ...
Ewrupa Yetîm Elî û ÎHO EBRAR li Makedonya'ya Bakur bi sedan zarokan da sinet kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sazîyên Alîkarîya Navneteweyî yên Ewrupa Yetîm Elî û ÎHO EBRAR, bi tevî bijîşkên dildar li herêma Ustrumica'ya Makedonya'ya Bakur organîzasyona sinetê li dar xist.

Ewrupa Yetîm Elî û ÎHO EBRAR di bernameya sinetkirina sedan zarokên ku bi piştgirîya xêrxwazan hat lidarxistin de du'ayên malbatên zarokan girt.

Serokê Komeleya Ewrupa Yetîm Elî'yê Abdurrahman Altun di daxuyaniya derheqê di bernameya sinetkirina sedan zarokên ku bi piştgirîya xêrxwazan hat lidarxistin de got ku, bi sedan zarokên ku nikarin bi îmkanên xwe sinet bibin me ji Tirkiye'yê bijîşkên dildar anî û me wan da sinetkirin.

Altun daxuyaniya xwe wilo domand, "Em li herêma Ustrumica'ya Makedonya'ya Bakur in. Em di bernameya sinetê ne ku ev bername bû wek kevneşopiyek. Li hundirê mizgeftê zarok sinet bûn. Me vê bernameya bi Ewrupa Yetîm Elî û ÎHO EBRAR'a ku navenda wê li Holenda'yê ye pêk anî. Bi sedan zarokên me hene. Hin zarok ji ber ku di wextê xwe de nehatine sinetkirin 'umrê wan derbas bûye. Ev rewş jî ji tunebûn,  ji hin sedeman û sînordarkirinan çêdibe. Hemd ji Xwedê re pir eleqe heye. Zarokên tên vir piştî sinetkirinê diçin malên xwe. Bijîşkên me ji Tirkiye'yê hatin. Em teşekur ji wan bijîşkan û kesên ku li vir di nava xizmetê de ne dikin. Em dîyarîyan jî didin zarokên tên vê derê û sinet dibin. Xweda ji xêrxwazan razî be." (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir