• DOLAR 32.59
  • EURO 34.83
  • ALTIN 2418.51
  • ...
Li Qocaelî'yê di febrîqeyê de teqîn: 11 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Teqîn di febrîqeya galvanîza ku li Devera Pîşesazîya Organîze ya Arslanbeya navçeya Kartepe'ya Qocaelî'yê de qewimî.

Li gorî agahiyên hat bidestxistin dema karker di febrîqeyê de dixebitîn ji sedemeke nedîyar teqîn çêbû.

Piştî teqînê ekîbên îtfaîye, tendirustî û polîsan hat sewqkirin li cihê bûyer lê qewimîye. Di encama teqînê de 11 kes birîndar bûn.

Hat qeydkirin ku kesên di teqînê de birîndar bûne bi ambûlansan hatin birin nexweşxaneyê û li wir hatin dermankirin.

Sebeba teqînîyê tê vekolîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir