• DOLAR 32.513
  • EURO 34.794
  • ALTIN 2422.723
  • ...
Li Bedlîs'ê ji bo 83 hafizên ku perwerdehiya xwe qedandin merasima îcazetê hat lidarxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Merasîma mezûniyetê ku li ber Tirbeya Abdurrehman Gazî hat li darxistin bi xwendina Qur'an'ê destpêkir.

Di merasîmê de Rektorê Zanîngeha Eren'ê ya Bedlîs'ê Prof. Dr. Necmettîn Elmastaş spasî li malbat û mamosteyên perwerdeyê kir.

Elmastaş di daxuyaniya xwe de wiha got, "Em li ber Tirba Abdurrahman Gezî ne. Li Xelat'a Kubbet'tul Îslam'ê ne. Encama keda 2 salan pir xweş bi dawî dibe. Îro 83 xwişk û birayên me wê belgeya hafiztiyê bistinin. Ez ji wan kesên ku keda wan di perwerdekirina hafizan de heye re spas dikim."

Miftîyê Bedlîs'ê Mehmet Feysal Geylanî bal kişand li ser girîngîya hafiztiyê û gotina xwe werê domand:

Em ji Xwedê berdewama vê xizmeta xweşik dixwazin. Înşallah heta dinya hebe li ve welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan azan nesekine, beyreq danakeve, li ser vê axa pîroz dengê kelîme-î şehadet û kelîme-î tevhîd, dengê Qur'an-ê tu car kêm nabe. Îro 69 kurik, 14 keçik rahişt belgeya hafiztiyê. Seroktiya Karên Dîyanetê jî bê sekin plan û programan çêdike. Li bajêr 18 medreseyên me hene. Li van medresyan di 1-2 polan de karên hafiztî heye. Xwedê merasîma hafiztiyê bi xêr bike. Li vir nesla bi xêr wê perwerde bibe. Xwedê ji wan kesên ku keda wî di perwerdekirina hafizan de heye razî be.

Piştî axavtinan îcazeta 83 hafizan hat dayîn.

Program piştî dua kirina Miftîyê Navçeya Tetwan'ê û wêneyên yadîgar xelas bû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir