• DOLAR 32.6
  • EURO 34.85
  • ALTIN 2499.133
  • ...
Li Endonezyayê keştîyeke rêwîyan bin av bû: 13 kes winda bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Endonezyayê hatine bidestxistin keştîyeke ku 77 heb rêwî di nav de bûn li alîyê navçeya Halmahera Selatana Malukuya Bakur ji ber rewşa hewaya xirab bin av bû.

Hat diyarkirin ku piştî bin av bûna keştîyê ji cihê meseleyê re gelek ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin. Heta niha 64 kes bi saxîtî hatin xelaskirin û 13 kes jî winda ne.

Ji bona wan 13 kesên winda bên dîtin xebatên lêgerînê berdewam dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir