• DOLAR 32.539
  • EURO 34.818
  • ALTIN 2485.916
  • ...
HUDA PAR: Gerek alema Îslamê, li hember planên Emrîqa û rejima îşxalker bi dîqet bin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê Tehdeyîya li ser zimanê dayîkê, Deklarasyona Quds û Tûra Rojhilat navîna yê Bîdenê Serokê Emrîqayê, veguhertina azan û qametê ya li Çînê û sûcên însanî ên ku îşxalkeran li Efxanîstanê kirine de nirxandinan hat kirin.

Tehdeyîya li ser zimanê dayîkê nayê qebûlkirin

Di nirxandinê de meseleya Qeyserîyê ku ciwanek di otobûsê de bi zimanê Çerkez ê zimanê xwe yê dayîkê xeber dida û ji teref kesek ve bi miameleyek necis hat pêşwazîkirin hat bibîranîtin û weha hat gotin, “Civaka Tirkîye bi gelek hêmanên wek Tirk, Kurd, Zaza, Çerkez, Ereb û Laz pêk tê. Çawa ku hemû wan qewman heqê xwedîyê mafên wekhev in civak jî xwedîyê azadîya bikaranîna hemû mafên xwe ne. Qewm û zimanên ku kehnîya dewlemendîyê ne û Xweda Teala ji bona însana kirîye wesîleya hevnaskirinê, ev maf ji bona desthilatdarîyê û pevçûnê jî nikare bibe wesîle. Xeberdana zimanê dayîkê ji bo her qewmê wek şîrê dîya wê ji wan re helal e. Miamele û tevgerên xeyn ji ev helalîyê ne însanî û ne jî exlaqî ye.

Bi hev girtina bi civakî û aramî, bi rediyê nabe, bi qebûlkirinê dibe. Pêşîvanê ev tiştê jî encax sazîya sîyasetê dibe. Zimanê nîjadî û dîke kirina di nav sazîya sîyasetê de ye tesîrê civakê jî dibe û ji bona bi kar anîna mafên esas yên ji berê ve tênê jî dibe asteng. Xeberdayîna bi zimanê dayîkê yê kesekê ne zirarê wê ji dewletê re heye ne jî ji welatê re heye, mixabin ji vê înkarkirina rastîyê xeyntir dabeşkerîyeke mezin tûneye. Lazim e ku sazîya sîyasî gerek vê rastîya civakî bibîne, ji bona çêkirina pevgirtina civakî ji ziman û polîtîkayên xwe re pûte bê dayîn. Ger ku Tirkîye naxwaze bikeve nav çela nîjadperestîyê, gerek miameleyên nîjadî bike nav çopa dîrokê. Ji bona ev tiştî jî makeqeqanûna ku metna mitebeqeta civakî ji yekrengî û xweferzkirina nîjadî bê paqijkirin.

“Deklarasyona Quds û Tûra Rojhilata navîna yê Bîdenê Serokê Emrîqayê”

Di nirxandinê de bal hat kişandin ku Emrîqa îlan dike ku ew alîgirê wan sîyonîstên ku li herêmê li hember welatan miameleye êrîşdarîyê diajo ne û daxuyanî weha berdewam kir, “Joe Bîdenê Serokê Emrîqayê, zîyaretên xwe yên li Rojhilata Navîn ku di rejima îşxalker de dest pê kir û ‘Deklarasyona Şirikîya Stratejîk a Mûştereka Qudsê’ îmze kir. Bi vê deklarasyonê, teahûda ewlehîtîya Emrîqayê ya rejima îşxalker hatîye teyîdkirin û Îran hatîye tehdîtkirin. Emrîqa, cardin îlan kir ku ew aligirê ew ê herî mezin yê rejima îşxalker a ku li hember welatên heremî polîtîkaya êrîşdarî dişopîne ye.

Bi zîyereta Bîden yê li Rojhilata Navîn, ev tiştî tê armanckirin ku normalbûnîya ku di navbera Îran û Erebîstana Siûdî de dest pê kirîye û li welatên dinê jî ev normalbûnî dest pê kirîye, ji bona menfatên rejima îşxalker tê daxwazkirin ku bê sabotekirin. Bîdenê ku dixwaze welatên ku neftê dihilbirînin, ji bona menfaetên Emrîqayê tenzîm bike û di zîyareta Erebistana Siûdî de jî tê armanckirin ku Erebistana Siûdî dehlê Peymanên Îbrahîm bê kirin. Bîden, bi vê zîyareta xwe armanc dike ku Rojhilata Navîn pêşkêşê rejima îşxalker bike. Gerek alema Îslamê, li hember planên Emrîqa û rejima îşxalker bi dîqet bin, hevkarîya di navbera welatên herêmî jî gerek bê zêdekirin.

“Çîn azan û qametê veguhert!”

Di berdewama daxuyanîyê de derheqê veguhertina azan û qametê ya Çînê de jî nirxandin hat kirin û weha hat gotin, “Li Tirkistana Rojhilata ku bû çend sal e di bin kontrola Çîn a ku li hember Misilmanan bû çend sal e polîtîkaya asîmîlasyonê diajo di gelek mizgeftên ku Misilmanên Uygurî diçin li wê derê de derket holê ku azan û qametê veguhertine. Sedema êrîşên Çînê a li ser Misilmanan û nirxên Îslamî ji ber bêdengîya Misilmanan e. Alema Îslamê ku ji bona menfaetên sîyasî û îqtîsadî li hember vê zilmê dengên xwe dernaxin îro ji êrîş û asîmîlasyona ku li Misilmanên Tirkistana Rojhilat tê kirin mesul in. Gerek Teşkîlata Yekîtîya Îslamê û hemû Misilmanan li hember vê polîtîkaya asîmîlasyona dînî dest bi hereketê bikin, li hember Çînê mueyyîdeyên pêximker tetbîq bikin.”

“Gerek sûcên însanî ên ku îşxalkeran li Efxanîstanê kirine bê ceza nemînin”

Di dawîya daxuynîyê de bal li ser sucên însanî ên ku li Efxenîstanê hatine kirin jî hat kişandin û weha hat gotin, “Çiqas jî îşxala fiîlî yê îşxalkeran qedîyabe jî wan qetlîam û înfazên ku kirine hesabên wan nehatine pirsîn û wek ku hesabin wan nehatine pirsîn lêgerînek û tespîteke baş jî nehatîye kirin.

Derket holê ku di navbera salên 2010-2011'an de tenê yekîneyeke Hêzên Taybet ên Îngilîstanê (SAS) ên li Afganîstanê weke hêzên dagirker di nava 6 mehan de 54 kes kuştine. Derket holê ku li bajarê Helmandê ku wê demê ev yekîne lê bi cih bû, bi sedan îdam hatin kirin, piştî ku hatin binçavkirin, hatin kuştin û di pevçûnên ku jê re tê gotin de tu windahî ji leşkerên Brîtanî çênebûye.

Hem îfadeyên îtîrafkar ên rayedarên ku ji qetlîamên mijara gotinê berpirsyar in û hem jî agahiyên ku di çapemeniya Îngîlîz de cih girtine nîşan didin ku ev înfaz û komkujî bi zanebûn û sîstematîk hatine kirin. Ev înfaz û qetlîamên ku derketine holê sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên eşkere yên peymanên Cenevreyê ne.

Divê demildest lêpirsîneke navneteweyî bê destpêkirin da ku hemû pîvanên veşartî yên van îdamê bên eşkerekirin û berpirsyar bi cezayên ku heq dikin bên cezakirin. Di vê çarçoveyê de divê Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî dest bi hereketê bikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir