• DOLAR 32.597
  • EURO 34.82
  • ALTIN 2493.522
  • ...
Şehîdên Sundusê di salvegera şehadetên xwe de tên yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ew qetlîamên ku PKK ji salên 1980 û 1990î vir ve kirine hêj nehatine jibîrkirin. PKKyê ku di sala 1978an de hat damezrandin, êrîşa xwe ya ewil di 15ê Tîrmeha sala 1984an de li Erûha Sêrtê û li Şemzînana Colemêrgê li dar xist. Ew êrîş li Tirkîyê bûn destpêka qonaxeke nû.

Di wan êrîş û qetlîamên ku ji teref PKKê ve hatin kirin de bi sedan zarok, pîrek, ciwan û extîyar hatin qetilkirin ku ev qetlîam hêj nehatine jibîrkirin û hêj wek roja ewil di hişê bi hezaran malbatan de cihên xwe mihafeze dikin.

PKKyê ku rêxistineke çepgir e û ji bilî êş û elemê, azar û tehdayîyê, qetil û kuştinê nedaye xelkê Kurd,  di 18ê Tîrmeha sala 1993yan de êrîş bir li ser Zozana Sundusa ku li navçeya Miksa Wanê. Di êrîşên wê rojê yên ku  ji teref PKKê hov û wehş ve hatin kirin de 14 jê zarok, 24 kes hatin qetilkirin. Di ser vê qetlîamê de 29 sal derbas bûn, lêbelê êş û elema qetlîamê hêj nehatiye jibîrkirin.

Salvegera vê qetlîama ku ji teref PKKyê hov û wehş ve hat kirin dîroka bi xwîn a PKKê cardin anî bîran. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir