• DOLAR 32.51
  • EURO 34.583
  • ALTIN 2492.445
  • ...
Dayika dilşewat: Ev 23 cejne ez ji qîza xwe dûr im
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Malbatên li Wanê HDP'yê ji revandina zarokên xwe ber bi çiyê ve berpirsyar dibînin, vê hefteyê jî li ber avahiya Serokatiya Partîyê çalakiya xwe berdewam kirin.

Malbatên ku li cade ya Cumhûrîyetê de hatin cem hev, diwîzên ku li ser wan “Dayik le’netê li HDPê tînin”, “Em li nobeta zarokên xwe ne”, Êdî bes e, dev ji me berdin”, “Zarokên me nabin noker û xulamê kesî” û “Dayikên Wan’ê di nobeta zarokan de ne” hatibû nivîsandin, nîşan dan.

Dê û bavên ku bi sloganên dijî HDP û PKKê heta ber bi Serokatiya HDP'ê ya Wan’ê dimeşîyan, bertek û tepkî nîşanî partiyîyan dan û ji bo teslîm bûyînê bangî zarokên xwe kirin.

“Ev 23 cejne ez ji qîza xwe dûr im”

Nazli Sancar a ku ev 23 cejne ji keça xwe dûr e werê got, “ ‘Eyd ji bo min her tim xemgîn derbas dibe.  Ji ber ku ez qîza xwe nabînim û jê dûr im; ne şeva min şev ne jî roja min roj e û ne jî haya min ji hatina ‘îdê heye. Êdî nikarim îdare bikim. Êşa ewlat pir zehmet e. Xweda kesî bi êşa zarokan îmtîhan neke. Rebbê min heqqê me ji wan re nehêle. Em tenê can û kezeba xwe ji HDP/PKKê dixwazin.”

“Dadgeha Mafên Mîrovan yê Ewrupayê bila dengê me jî bibihîse”

Sancar bi bîr anî ku Dadgeha Mafên Mîrovan yê Ewrupayê (AIHM) her tim ji bo Selahattin Demirtaş daxuyanîyan dide. Sancar li daxuyanîya xwe wiha dewam kir, “Qey tu heqqê me dê û bavan tune ye? Çima me nabînin, nabihîsin? Ez gazî Dadgeha Mafên Mîrovan yê Ewrupa (AIHM) dikim, êdî bila van dê û bavan jî bibîne. Zarokên wan ji çîyayan daxin, ev dê û bav bila zêdetir negrîn.”

“Bi çi heqqî vê zilmê li me dikin”

Zumrut Salima ku kurê xwe Hemza ji HDP û PKKê dixwest werê got, “Ev 7 sal e kurê min revandine. Em xeyrî zarokên xwe tu tiştê din ji wan naxwazin. Zarokên me ji me revandine û birina çîyayan, me jî mehkûmî ber derîyên xwe kirine. Em zarokên xwe, berxikên xwe dixwazin. Bi çi heqqî vê zilmê li me dikin? Xwedê vê zilme qebûl nekî.”

“Bi xêra zarokên me, zarokên HDP’yîyan li dinyayê digerin”

Gevez Erdînç dîyar kir ku gava kurê wî Mikaîl li Zaningeha Marmarayê xwendekarê hiqûqê bû ji aliyê HDP'yiyan ve hatiye revandin. Erdînç wisa axivî, “Kurê min bi cilên qatilan di nava ax û kevir de radikeve. Zarokên HDP’yîyan jî  bi xêra zarokên me dixwînin û dinyayê digerin. HDP’yîyan jî ji ser pişta zarokên me ketine meclîsê û zarokên xelkê difiroşin.” (ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir