• DOLAR 32.6
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2491.072
  • ...
Medreseya Şêx Ahmedê Şorşibî bi diayan vebû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Medreseya Şêx Ahmedê Şorşibî yê ku li Çarikliya girêdayê navçeya Sura navenda Dîyarbekir e bi dia û selewetan hat vekirin.

Ji vekirina medreseyê re; Şeyhmus Tanrikuluyê Endamê GÎK (Sazîya Îdare yê Giştî) yê HUDA PARê, Mehmet Galîp Ensarîogluyê Mebûsê Dîyarbekir yê dewra 26emîn, Mele Mehmet Şenlîk û Mele Abdukuddus Yalçinê endamên ÎTTÎHADUL ULEMAyê, Mele Muhammed Tayyîp Elçî, alim û rîspîyên herêmê û gelek welatî beşdar bûn.

Bername bi xwendina Quranê ya ku ji teref Rıfat Ablayê Wezîfedarê Lêgerîna Fakûlteya Îlahîyat yê Zanîngeha Dîcleyê dest pê kir.

Di vekirina medreseyê de; Şêx Fatîh Onal, Mele Abdukuddus Yalçinê endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê, Mele Abdulwahap Ekîncîyê Serokê Komeleya Piştgîrî yê Alimên Misilmanên Navneteweyî û Abdulhamît Xoce axavtinek kirin.

Şêx Fatîhê axavtina silavdayînê kir weha got, “Di tehsîlkirina ‘Îlmê de û di perwerdekirina neslê de rola medreseyan gelek muhîm e. Medreseyên ku di tarîxa Îslamê de mînaka wê ya ‘ewil bi navê Suffeyê hatîye avakirin heta îro pêş ketine û hatine ev rojê. Wek di dema borîyan de îro jî di vê coxrefyeya ku em li ser dijîn de di hînbûnê de û di tetbîqkirinê de xwedîyê roleke mezin bû ye. Medreseyan, di alîye de hafizeya Misilmanan e. Misilmanên ku bi sedsalan bi vê hafizeyê xwe lazimatîyên xwe girtine gelek neslan îhye kirine, gelek civakan isleh kirine û gelek zatên mezin û bi qedr perwerde kirine. Medrese, di vê herêmê de bi tenê perwerdehîya dînî nedaye, bi tevî perwerdekirina dînî civakê, zimanê, kevneşopîyê, dab û nêrîtîyê jî mihafeze kirîye. Jîyankirin û mihafezekirina medreseyan jî bi şênkirina bi xwendekaran mimkin e. Xeyn ji van tiştan gerek mifredata medreseyan û cihên medreseyan jî li gorê demê bê nûvejekirin û ji bona vê nûvejekirinê jî lazime ku micadeleyek mezin bê dayîn.”

“Eger ku medredeseyan tinebin edeb, exlaq, dab û nêrîn bê bîrvakirin”

Mele Abdukuddus Yalçinê Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê jî weha axivî, “Medrese di tarîxa Îslamê de ji çîyayê Hîrayê dest pê dike. Hezretî Cebraîl ji Pêxemberê me re pêşî Quranê da hînkirin. Medrese, piştî sedsalan û ji nesl bi neslan heta îro hatîye. Medrese di jîyana Misilmanan de pêşîya hertiştî tê. Eger ku medredeseyan tinebin edeb, exlaq, dab û nêrîn bê bîrvakirin. Eger ku îro di jîyana mirovan de ‘Îlm mabûbe, em dikarin ku îro îbadetên xwe bikin û em dikarin ku îro Qurana xwe bixweyînin ev bi xêra medreseyan e. Medrese Îslamê, Îslam jî mirovan mihafeze dike. Eger ku medrese tunebin ew ê Îslam neyê mihafezekirin û cehalet jî li rûyê ‘erdê belav bibe. Ji ber vê ye ku ehlê kifrê dema ku êrîş li welatek dike pêşîya xwe ya ‘ewil dide medreseyan û dixwaze ku wan ji ortê rabike.”

“Lazim e ku em ji bona medreseyan gelek bi ciddî bixebitin”

Yalçin di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku aliman, bi tevî can û malên xwe micadele dikin û weha zêde kir, “Alimên me di şikeftan de, di axuran de, di çolan de, di çîyayan de dersên xwe berdewam kirine. Hatine şehîdkirin, serê wan hatîye jêkirin û hatine daxwazkirin ku di nav xelqê de bên bêqîmetkirin.  Dîsa jî ew dev ji dersên xwe bernedan. Dibe ku Xwedê Teala ji xêra fedekarî û xîretê wan vê roja xweşik nîşanê me da û em di vekirina medreseyek de civîyan. Ji bona îhyekirina medreseyan lazim e ku em bi şekleke ciddî micadeleyê bikin. Lazim e ku ciwanên me û xêrxwazên me di vê meseleyê de fedakarîyê bikin.”

Bername bi kirina diayê ku ji teref Mele Remzî Uçar ve hat xwendin dawî bû. (ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir