• DOLAR 32.584
  • EURO 34.877
  • ALTIN 2429.61
  • ...
Li Ugandayê 46 kes ji bîrçîbûnîyê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Ugandayê drameke însanî ya herî mezin tê jîyankirin.

Mirovên herêmê ku ji bona xwarinê tiştek nabînin, ji bona ku nemirin mecbûr dimînin ku gîya dixwin.

Faîth Nakutê Mebûsê Karamojaya Ugandayê, ji bona ev drama ku tê jîyankirin ji cîhanê re bide bihîstandin ji endamên çapemenîyê re daxuyanî da.

Nakut, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku mirovên herêmê ji bona ku nemirin mecbûr dimînin ku gîya dixwin.

Nakut di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku mirovan ji ber ku tiştên xwarinê nikarin bidestbixin ji bîrçîbûnîyê canê xwe ji dest didin û li axavtina xwe weha zêde kir, “Heta roja 8ê Tîrmehê 46 kes jî ji ber ziwayîya ku herêma binî ya Karamojayê gelek zêde tesîrdar dike canê xwe ji dest dan, 2 hezar û 181 mirov jî bêvîya mirinê ne.”

Nakut di dawîya axavtina xwe de diyar kir ku gerek hikumet ji vê rewşê re çareserîyek bidîne û ji cîhanê re jî ji bona ku hejmarên mirîyan zêde nebe banga alîkarîyê kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir