• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ahundzade: Tu hikûmeteke ku ji edaletê dûr bikeve nikare li pîya bisekina
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 30yê Hezîranê de li Kabîla paytexta Efxenîstanê bi tevî beşdarbûna rayedarên Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê û alimên li çar alîyê welat “Hevdîtina Aliman” hat lidarxistin.

Hîbetullah Ahundzade jî di hevdîtina ku 3 roj dewam kir de axivî û di axavtina xwe de bal kişand di armanca navenda herba ku kafiran li ber wan dikin de pere anjî ‘erd tuneye, armanca herbê ya Neyarên Îslamê, êrîşkirina li dînê Misilmanan û bawerîya wan e.

Ahundzade di berdewama axavtina xwe de bal kişand, edalet, ji bona ku sîstemek li pîya bisekine temeleke bingeh e, tu hikumetek bi bêadeletîyê nikare li pîya bisekine.

Ahundzade di axavtina xwe de şikranên xwe ji hemû şehîdên ku ji bona Î’layî Kelîmetullah bilindtir bikin canê xwe feda kirine re şîyand, û destnîşan kir di encama vê micadeleyê de kesên ku li pey wan şehîdan mane jinebî û êtîmên wan emanetê wan in û ew xwe mecbûr dibînin ku li wan jinebî û êtîman binhêrin û vê tiştê jî ji xwe re wek deynekî dihesibînin.

Ahundzade di berdewama axavtina xwe de weha got, “Em ji hemû kesên ku di dinyayê de bi gotin, bi fîîl û bi diayê alîkarîyê dane cîhada me re sipasîyan dikin, û em ji Xwedê dixwazin ku vê yekê ji wan qebûl bike û xelata cîhadê bide wan.

Gelek sal berê misilmanan qala cîhad û qanûnên hiqûqê nedikirin, lê niha Xwedayê Teala sîstemeke Îslamî daye me. Ji ber vê yekê divê em hemû ji Xwedê re spas bikin.

Her ku em ber bi armancên xwe ve diçin û cîhan hewl dide şert û mercên xwe li ser me ferz bike, niha em bi dijwariyên mezintir re rû bi rû dimînin. Em ji Xwedê azze we celle ji bo me serkeftine dixwazin.

Axundzade di dawiya axaftina xwe de behsa sedema rastî ya şerê dijminên Îslamê yên bi Misilmanan re kir û wiha got: “Şerê kafiran ku bi me re dikin, berî her tiştî ne li dijî ‘erd û pereyê me ye, li dijî îman û dînê me bû û hêna jî wisa ye.

Edalet bingeha sîstemê ye û raza mayîna wê ye. Ji ber vê tu hikûmet bi bêedaletî nikare bijî.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir