• DOLAR 32.33
  • EURO 35.091
  • ALTIN 2291.65
  • ...
Bi fuzeyan êrîş li Odesayê hat kirin: 18 mirî 30 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kyrylo Tîmoşenkoyê alîkarê serokê ofîs yê Serokkomarîyê, di hîsaba xwe yê medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku Rusya bi fuzeyan  êrîş li herêma Odesayê kir.

Tîmaşenko, di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku di encama êrîşê de 2 jê zarok 18 kes canê xwe ji dest dan, herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.

Hat dîyarkirin ku fuzeyek li navendekî tetîl yê ku li gundê Serhîyîvkayê ket, yê dinê jî li avahîyeke 9 qatî ket.

Kesên birîndar ku di êrîşê de birîndar bûn hatin rakirin nexweşxaneyê, hat dîyarkirin xebatên ku kesên di bin enqazê de mane bên derxistin jî hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir