• DOLAR 32.53
  • EURO 34.897
  • ALTIN 2490.425
  • ...
Li Sudanê di encama protestoyên li dijî derbekaran de 9 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi deh hezaran xwepêşanderên Sudanî doh di 30 bajarê zêdetir ê Sudanê de derketin kuçeyan. Xwepêşandaran, di protestoyên xwe de ji bona ku bireveberîya sîvîl û artêş dest rakirina ji xebatên sîyasî re siloganan avêtin.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin hêzên polês bi guleyên rastî û bombeyên xazan midexele li xwepêşandanan kirin û 9 kes mirin, bi sedan kes jî birîndar bûn. Ji 9 kesên ku mirine ji wan 7 kesên wan ji Hartumê hatin kuştin, herdu deheb ên dinê jî ji Wad Madanîyê hatin kuştin.

Artêşa Sudanê di meha Nîsanê sala 2019an de ji ber krîza aborîyê derbe li Omer El Beşîr kirin û konseyeke demborî saz kir, parlamentoyê fesih kir û dest da li ser bireveberîyê.

Hêzên muxalefetê jî, bi çalakîyan banga sazkirina bireveberîyeke sîvîlî dikin, di encama van çalakîyan de jî carna mirin û birîndar bûn jî pêk tê.

Piştî micadeleyeke dirêj, di meha Tebaxa sala 2019an de, Beyannameyeke Makeqanûnî û bireveberî jî  ji leşkerîyê ku di nav 3 salan de derbasê sîvîlan bibe dewreke demborîyê hat îmzekirin.

Lê artêş di meha Cotmeha borî de kabîneya sîvîl fesih kir û rewşa awarteyê îlan kir, ev tişt jî hêvîyan bi kurîtî de tesîr kir û vegerîya belavbûna sîyasîyê. Abdullfettah Burhanê Serokê Konseya Serxwer yê Îqtîdarê daxuyand, artêş di sala 2023an de ji bona hilbijartinê amade ye.

Encax Sudanîyan jî vê daxuyanîyê tertîpkirina derbeyeke dinê fêhm kirin. Di wê demê heta niha li welêt çalakî û protesto kêm nebûn. Di ancama van protestoyan de 107 kes bûn qurban. Di nav çend mehên dawîn de serî xwarin hema hema her tişt jî fîyetên van zêde bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir