• DOLAR 32.573
  • EURO 34.97
  • ALTIN 2425.591
  • ...
Li Nîjeryayê êrîşa bi çekdar: 17 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin kesên bi çekdar ên bi motorbisiqletan, li gundê Ajata Abokîya ku li herêma Shîroroya ku girêdayê wîlayeta Nîgerayê ye êrîşî madena ku Çînîyan li wê derê dixebitandin kirin.

Di encama êrîşê de 7 jê leşker û polês tev de 17 kes canê xwe ji dest dan, 4 welatîyên Çînê jî hatin revandin.

Hat dîyarkirin ku ji herêmê re ekîbên ewlehîyê hatin sewqkirin, xebatên ku ji bona kesên ku hatine revandin bên dîtin jî hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir