• DOLAR 32.564
  • EURO 34.726
  • ALTIN 2411.152
  • ...
Li Kolombîyayê di girtîgehê de şewat: 52 mirî 30 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di girtîgeha Tuluaya ku girêdayê herêma bireveberîya Valle del Caucaya Kolombîyayêye de ji teref mehkuman ve îsyan hat derxistin, di encama îsyanê de şewat derket.

Hat dîyarkirin ku di girtîgeha ku 1200 kes tê de bûn de herî kêm 52 mehkum mirin û 30 mehkum jî birîndar bûn.

Tîto Castellanosê Midirê INPECa Enstîtuya Girtîgeha Neteweyî yê Kolombîyayê, ji çapemenîya welêt re daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku di qawîşa 8 nimereya ku 180 mehkum tê de bûn de, di seatên serê sibê de ji ber şewitandina mînderan ku ji teref mehkuman ve hat şewitandin şewat derket.

Castellanos, di berdewama daxuyanîya xwe de weha got, “Em ji ber meseleyên ku di girtîgeha Tuluaya ku li Valle del Caucayê de ye xemgînin. Ez bi mesulê INPECê re di nav minasebetê de me. Ji bona ku vê meseleya felaket bê daxuyandin min telîmat da. Ez bi malbatên kesên ku mirine re di nav piştgirîyê de me.”

Hat ragihandin malbatên mehkuman li derdorê girtîgehê kom bûn, polês jî ji ber vê li derdorê tedbîrên ewlehîyê girt. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir