• DOLAR 32.336
  • EURO 35.202
  • ALTIN 2246.57
  • ...
Cemîyeta Mustez’efan: Tometên derheqê Şêx Seîd de ku di kitêbin dersan de ne bila bên dawîkirin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şûbeya Dîyarbekir ya Cemîyeta Mustez’efan, bi minasebeta 97emîn salvegera şehadetê Şêx Seîd û 47 hevaldozên wî li Qada Şêx Seîdê daxuyanîyeke çapemenîyê tertîp kir.

Di daxuyanîyê de Mehmet Huseyîn Yilmazê Serokê Giştî yê Komeleya Mustez’efan (Mustazaf-Der) banga xwe yê îadekirina rûmetê yê Şêx Seîd cardin domand. Bal  kişand ku ew ji bona ku cihê mezelê Şêx Seîd bê eşkerekirin murecaetê dadgehê kirin û bûn çend sale ev murecaet encam nebûye.

Yilmaz di axavtina xwe de ji Walîyê Dîyarbekir û Qayyumê re jî hişyarî da, got ku ew vegerandina navê Qada Şêx Seîd bihîstine û bila nekevin nav xelatîyeke ewakî.

Di daxuyanîyê de bang hat kirin ku de’wa Şêx Seîd nehatîye jibîrkirin, bi tevî van bernameyên yadkirinê di dilan de tê jîyankirin û bila di kitêbên dersan de jî wan tometên ku derheqê qiyamê de ne jî bên vegerandin. Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku di serî de mezelê Şêx Seîd û şexsîyetên wek Seîdê Kûrdî bila bi lez û bez bên derxistin holê.

Daxuyanîya çapemenîyê Uzeyîr Yuva bi navê cemîyetê xwend. Û weha got, “Şêx Seîd Efendîyê ku ji bona jîyana ummetîyê û ji bona pêşwazîya milletekî derheqê dinyayê de dev ji hemû tiştên xwe berdaye, dema ku dîrok 28ê Hezîranê 1925an nîşan da, li ser darê îdamê canê xwe fedayê Rebbê xwe kir. Wê roja darekî îdamê tenê nehat çêkirin, 47 heb darê îdamê hatin çêkirin. Hevalên Şêx Seîd, 47 ‘ezîzên ku serê xwe ji bo de’wa Şêx Seîd dabûn, perên xwe ji bo şehadetê firandin. Belê, ji bona Misilmanan Hezîrana 1925an, gelek germ bûbû. Mixabin xemgînîya Kurdên ku Şêx Seîd Efendî ji nav wan derket bêterîf bû. Çîmkî qîmetekî mezin yê Îslamê hatibû qetilkirin. Şêx Seîd Efendîyê ku ji şexsîyeteke herî muhîm yê ku ummet wê perwerde kiribû, nîşanekî herî muhîm yê fedakirina Xwedê û dînê Xwedê bû.”

Yuva di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku Şêx Seîd Efendî amilekî ku bi ‘îlmê xwe amil bûbû bû, xeyn ji vê alimbûnîyê ew yekî muhaddis jî bûye û weha got, “Şêx Seîdê ku di dema xwe de dema Kerbelayê jîyan kirîye, ew heqîqeteke mezin bû ku di vê dema kin de nayê terîfkirin.”

Yuva di axavtina xwe de gotina Şêx Seîd Efendî yê ku di dema çûndina dara îdamê de gotibû ku ‘Daleqandina min yê di van darên îdamê yên bêqîmet de perwa min tuneye. Bêguman micadeleya min, ji bona Xwedê û Dînê Xwedê ye.” Bi bîr anît û axavtina xwe weha domand, “Şêx Seîd Efendîyê ku li Qada Dagkapîyê ji teref Dadgeha Îstîklala Şerqê ve hatibû îdamkirin, peyama dawî ya ku ji ummetê re dabû ev peyam bû. Berîya ku kendir derbasê qirika wî nebûbû jî ji Saîbê ji endamê dadgehê ye re û Walîyê Dîyarbekirê re baketibû û gotibû ku ‘Em ê di mehşerê de hîsabê hevdû bibînin.’ Û çûbû jîyana baqî.”

“Şêx Seîd û ‘ezîzên ku bi wî re bûn, herêka wan wek stêrkekî bûn ew ê ji milletên Misilman re nîşandayîna rê berdewam bikin”

Yuva di berdewama axavtina xwe de bal kişand digel 97 sale ne de’wa Şêx Seîd ne Şêx Seîd û ne jî hevaldozên wî nehatîne jibîrkirin û li axavtina xwe weha berdewam kir, “Mezlumên sala 1925an, li ser wê sedsal jî derbas bibe ew ê neynê jibîrkirin, ew ê ji bona ku neslên ku dûre jî werin hînê vê meseleyê û de’wê bibin qalkirina wan ew ê bê berdewamkirin. Wan kesên ku wê rojê vê zilmê kirin, ew ê di rûpelên reş yên dîrokê de bibin, Şêx Seîd û ‘ezîzên ku bi wî re bûn jî, ew ê wek stêrkekî ji bona nîşandayîna rê û ronahîya wan dê berdewam bibe.”

Yuva, axavtina xwe weha domand, “Şêx Seîd Efendîyê ku ji wan şexsîyetên ku di nav dilê milletê de cih girtîne ye, bi şehadetê xwe ji kesên ku piştî wî hatine re peyameke muhîm daye. Ew peyam jî; sekinandina li hember zilmê, bi cihgirtina li cem mezluman, parastina heqê kesên ziîf çîye? nîşan daye.”

Yuva di axavtina xwe de destnîşan kir ku Şehîd Şêx Seîd, bi micadeleyê xwe nîşan daye ku ew zilamekî de’wê yê xwe fedayê heqîyê û heqîqetê kirîye ye, “Û de’wa wî dewa ku wan kesên ew ê herî baş xwe feda dikin e. Ev de’we, qala micadeleya heq û batilê dike. Em cardin dixwazin ku bal bikşînin; li ser sed sal jî derbas bibe vê micadeleya ku diçe şehadetê ew ê neyê bîrvakirin. Çîmkî Şêx Seîd Efendî, herbkirina ji pîrozên Îslamê re û ji neheqîya ku ji milletekî re bê kirin re razî nebûye.”

“Herba ku li hember de’wa Şêx Seîd tê kirin hê jî berdewam dike”

Yuva axavtina xwe weha domand, “Ew, ji bona civaka ku tê daxwaztin bê vegerandin xwe feda kirîye. Wê micadeleya ku daye, ji bona astengkirina daxwazîya Îslamê di nav civakê de bê rakirin e. Îro e pirsgirêkên civakî, xirabûna exlaqê, hegemonyaya çanda rojavayî nîşan dide ku micadeleya ku wî daye çi qas heq e. Şêx Seîdê ku ji xwe re parastina mîrasa xîlafetê û civaka Îslamî kirîye hedef, him emperyalîstan û him jî hevkarên wan yên mehellî aciz kiribû. Digel derbasbûna 97 salê herba ku li hember wî û de’wa wî hatîye kirin hê jî berdewam dike.”

Yuva di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Şêx Seîd digel ewqas tometên neheq, îftîra û operasyonên îdreqê, di dilê xelqê de û li ber çavê xelqê cihekî wî yê cuda heye, ev rastîya ku li holêye, wexta rûberûkirina li hember vê zilma ku nayê xwestin bê dîtin û ser wan zilman tê girtin bê hatîye.

'Divê êdî daxwazên gelê me yên heqdar neyên paşgohkirin'

Yuva weha axavtina xwe domand û van bangan kir, “Dewlet, ji ber meseleyên bi êş û keder yên ku di dîrokê de bûye sedem mecbûre ku rûberû bike. Tometên ku derheqê Şêx Seîd de tên gotin û di kitêbên dersan de ji zarokên ter û tezan û ciwanên ter û tezan re bi serhildêr tê naskirin gerek bên dawîkirin.

Dîsa bi tevî vê tiştê xelqê me yê Misilman, dixwaze ku bila mezelê Şêx Seîd Efendî bê eşkerekirin. Herba ku li hember Şêx Seîd tê kirin bila bê dawîkirin, qebra wî jî bê eşkerekirin. Ne ku Şêx Seîd tenê, bila mezelê Seîdî Kurdî jî bê eşkerekirin. Divê êdî daxwazên gelê me yên heqdar neyên paşgohkirin.

Yuva di dawîya axavtina xwe de weha got, “Em bi vê minasebetê şehadeta di sala 97emîn yê Şêx Seîd û 47 hevalên wî cardin bi rehmet yad dikin. Bila rihê wan şad bibe, meqamên wan alî bibe, mekanên wan bibe cenneta alî.”  (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir