• DOLAR 32.314
  • EURO 35.084
  • ALTIN 2279.545
  • ...
Şehîdên Susayê li ser qebrên xwe hatin yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Susa-Der, bi minasebeta salvegera şehadeta 10 Misilmanên ku di tarîxa 26ê Hezîranê sala 1992yan de ji teref PKKê ve li gundê Susaya Farqînê ya Dîyarbekirê hatin şehîdkirin bernameyek tertîp kir.

Misilmanên ku di Mizgefta gundê Susayê de, di tarîxa 26ê Hezîranê sala 1992yan de piştî nimêja ‘eşayê ji teref komeke PKKyî yên ku wê şevê cilên leşkerê Tirkîye li xwe kiribûn ve hatibûn kirin li ber gula, di encama qetlîamê de 10 Misilman bi mezlumî hatin şehîdkirin û 5 Misilman jî birîndar bûn.

Mirovên ku beşdarê bernameyê bûn, qebrên şehîdan zîyaret kirin û dû re jî mizgefta ku qetlîam li wê derê hat kirin zîyaret kirin.

Bername bi kirina piştî nimêja ‘esrê bi xwendina Quranê ku ji teref Mehmet Yorgun ve hat xwendin dest pê kir.

Piştî xwendina qesîdeyan yê ji teref hunermendên Ajansa Ozlemê ve û bi qalkirina jîyana 33 şehîdên ku di Goristana Şehîdîyê yê li Susayê berdewam kir.

Mele beşîr Şîmşek jî derheqê wê rojê de axavtinek kir û dû re dua hat xwendin û bername dawî bû. (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir