• DOLAR 32.368
  • EURO 34.977
  • ALTIN 2325.269
  • ...
Ekvador ji ber protestoyan hilberîna neftê dê bide sekinandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin li Ekvadorê eger protestoyên ku du hefte berê hat destpêkirin berdewam bikin, ew ê di nav du rojan de hilberîna neftê bê sekinandin.

Di daxuyanîya wezaretê de bal hat kişandin ku di hilberîna neftê de ji sedî 50 hat ketandin û ev sevîye jî sevîyeyeke krîtîk e.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Ger ku ev rewş berdewam bike ew ê di nav 48 seatan de hilberîna neftê bê sekinandin çîmkî ji çalakîyên vandaltî, destdayîna bîran û girtina rêyan re, mazota ku lazim e bê hilberînkirin û teslîmkirina meddeyên xem ne mimkin e.”

Hilberîna neftê di nav du hefteyên dawîn de 1,3 milyon warîl ket û ji vê jî 1 milyonî zêdetir warîl aîdê  Petroecuadora ku yê dewletêye ye. Departman, destnîşandike ku di nav 1.176 tesîsan de hilberîn hat sekinandin.

Di nav du hefteyên dawîn de ji bo zêdebûna fîyetên mazotê, xwarinê û ji bona peydekirina ewlehîyê protesto tên kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir