• DOLAR 32.584
  • EURO 34.975
  • ALTIN 2426.381
  • ...
Êşa ku ev 30 sal e nayê jibîrkirin: Qetlîma Sûsa
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyê ku xwediyê dîrokeke bi zilm, zordarî û qetlîaman hatiye dagirtine  di 26ê Hezîrana sala 1992an de li gundê Sûsaya Diyarbekirê 10 gundiyên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan û ew şehîd kirin.

PKKyê ku ji doh heta îro zilmê li xelkê Kurd dike  û êş û elemên mezin bi xelkê Kurd dide kişandin  û bi baweriya xelkê Kurd re şer dike; di 26ê Hezîrana sala 1992an de di ser mizgefta gundê Sûsaya Farqînê de girt û 15 Mislimanên ku di mizgeftê de nimêj dikirin dan ber guleyan. Ev êrîşa ku tê de 10 kes şehîd bûn di dîroka Kurdistanê de  berî niha neqewimî bû. Di heyamên ewil ên Komarê de  mizgeftan kiribûn axûr, Qur’ana Kerîm hatibû qedexekirin û li hember baweriya xelkê şer hatibû vekirin. Lê di 26ê Hezîrana sala 1992an de li Kurdistanê ji teref PKKê ve di ser mizgeftê de hatibû girtin  û bi şikleke girseyî qetlîam hatibû kirin.

Di qetlîama ku hat kirin de  4 birayên bi navê Zekî, Medenî, Mehmet Mekî û M. Saîd Fîdanci hatibûn qetilkirin. Her çi qas çendîn sal ji ser qetlîamê derbas bûbe jî dê û bavê van birayan êş û elamên zarokên xwe jibîr nekiribûn. Dê Remziye û bav Mustafa Fîdanci (Her du jî di du salên dawî de rehmet kirin. Xweda rehma xwe li her duyan bike) berî niha ji ber salvegera şehadeta lawên xwe di daxuyanîya ku dabûn ÎLKHAyê de derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîbûn zimên û wisa qala wê pêvajoya qetlîam û wehşetê kiribûn.

“Digel temamê zext û zordariyên PKKê  lawên min ji baweriya xwe qet tawîz nedan”

Dê Remziye Fîdanciya ku di derbarê mijarê de hest û ramanên xwe anîbû ziman diyar kiribû lawên wê digel dostên xwe dîqqet dikirin da ku li mizgeftê îbadetên xwe eda bikin. Dê Fîdanci dû re wiha li axavtina xwe zêde kiribû: “Exlaqên lawên min pir baş bû, digel temamê zext û zordariyên PKKê  lawên min ji baweriya xwe qet tawîz nedan. Ez bi wan ser bilindim ku min wan di oxira dînê Îslamê de feda kiriye. Derdên lawên min Doza Îslamê bû. Lawên min nimêja xwe dikirin û rojiya xwe digirtin. Du zarokên min ji min re digotin ‘Feydeya dinyayê tuneye, înşallah li memleketê me Îslam hakim.’ Min jî ji wan re got ku em vê hakimbûnê nabînîn. Ew jî ji min re gotin ‘ Êdî ma em ê bibînin, êdî kî ji me biçe û dilopek xwîna Mislimanan biherike ew ê hejmera Mislimanan bibe bi hezaran. Kî me bikuje û were ser fikra Îslamê ew jî birayên me ne, eleqeya xwe bi wan re qut nekin.

“Hemd ji Xweda re ku lawên min di oxira Xwedê de şehîd bûn”

Dê Remziya Fîdanci di berdewama axavtina xwe de  qala meseleya çawabûna şehadetê ya di navbera wê û lawê wê yê bi navê Zekî kir û dû re wiha go: “Hemd ji Xweda re ku lawên min di oxira Xwedê de şehîd bûn.”

Bav Mistefe Fîdanci di derbarê  mijarê de diyar kiribû hêj êş û elama 4 lawên wî di dilên wan de ye û dû re jî qala  zext û zordariya ku PKK li ser gundiyên ku diçûn mizgeftê kir. Bav Fîdanci diyar kir kesên ku têkiliya wan bi PKKê re hebûn  her tim gefê li me dixwarin û dû re jî qala şeva şehadeta lawên xwe kir.

“Em ê tevakan di camiyê de bikujin”

Bav Mistefa Fîdanci di destpêk axavtina xwe de diyar kir dema ku lawên wî li mizgeftê bûn wî  ji wan re şîret dikir da ku yekî li derve nobedar deynin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Roja ku dê qetlîam bibe ez li nav erdan bûm. Ber êvarî re dema ku karê min qediya û min nimêja xwe êvarî kir. Dû re em hêdî hêdî vegeriyan mala xwe. Dema ku em di rê hatin mi nihêrt di nav tutinan de çend kes xuya kirin û ji hev re digotin ‘Ma em wan bikujin’ ê din digot ‘Na bila bimîne, em ê tevakan di camiyê de bikujin.’ Lawê min Muhammed Seîd di pêşiya min de diçû, wî van gotina nebihîst, lê min û lawê min Zekî me bihîst.”

 “Digotin: Ka tê digot Allah-u Ekber, bila Allah-u Ekber were tê xelas bike!”

Bav Fîdanci di berdewama axavtina xwe de  wiha axivî: “Beriya qetlîamê ji gundiyan kesek ji PKKyiyan re got ‘Lawê min jî di nav wan de ye û hûn wî bikujin jî dev ji wan bernade. Dema ku hûn êrîşî camiyê bikin xeberê bidin me, em wê şevê wî derxin derve û hûn jî tevekan bikujin.’ Min qet nedifikirî ku li gundekî Misliman tiştek wisa bê kirin. Beriya êrîşê PKKyiyek li ber camiyê xwe veşartiye û dinêre ka çend kes û kî dikevin camiyê. Dema ku destê kesên di camiyê de girê didin kesekî bi navê Evdissemat benê destê xwe vedike û direve. Em jî li mêvandariyê bûn. Şehîd Hecî Ehmed Kantar  ji me re got ku ji ber cilên eskeran li ser PKKyiyan in ew cendirme ne. Hetta çû ba ‘eskeran’ da bibêje yên di camiyê de feqîr û xerîban in. Çawa çû ber camiyê kesek ji wanên ku hatibûn êrîşê got ‘vî jî bigrin ev jî ji wan e’ û dû re destên wî jî girê dan. Ez û digel Mela Hisnî hatin ba camiyê. Ew li pêşiya min bû û min ber bi dîwar ve kişand. Dema ku me li mizgeftê nihêrt me dît ku didin pey Şehîd Huseyîn. Kesên ku didan pey Hiseyn jê re digotin ‘Ka tê digot Allah-u Ekber, bila Allah-u Ekber were tê xelas bike.’ Ji ber van gotinên wan Şehîd Huseyîn tekbîr anî û got ‘Allah-u Ekber.’ Hema di cî de wî şehîd kirin.”

“Wê rojê 4 lawê min şehîd bûn”           

Bav Fîdanci di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKKyî wê şevê ji bo malên wan bişewitînin bi xwe re benzîn anîbûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kesên di camiyê şehîd kirin. Em çûn ser serê şehîdan , tu çekê me tunebû. Min ji kesê li kêleka xwe re got ku birîndaran kontrol bike û dû re me ji bo wesayîtê li şoferekî geriya. Wesayîta me hebû lê şofêr tunebû. Ez çûm çend malan ji tirsan şofêr nedan me. Ez çûm mala mixtar da ku ez xeberê bidin naskiriyê xwe, lê li wir jî xeta telefonê qetandibûn. Bi vî awayî wê rojê 4 lawê min şehîd bûn.”

“Ez kengî serê xwe dideynim li ser balgehê, bi seatan nikarim razim”

Bav Fîdanci di dawiya axavtina xwe de diyar kir ew qetilkirina lawên xwe ji bîr nake û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ez kengî serê xwe dideynim li ser balgehê, bi seatan nikarim razim. Xweda Teala vê yekê ji wan kesên zulimkar re nehêle. Ew kesên zilimkar di mala Xweda de  însanên bi destnimêj ên ku nimêj dikirin û Qur’an dixwandin qetil kirin.”

Mehmet Mekî  Çetînkayayê ku ew  jî ji qetlîamê re bûbû şahid diyar kir ew kesên ku di camiyê de hatin qetilkirin Muminên pak û tahir bûn û tu zirara wan ji derdora xwe re tunebû.

Mekî Çetînkaya di berdewama axavtina xwe de qala qetlîama ku wê rojê hatibû kirin kir û dû re tiştên ku ew ji wan re bûbû şahid wisa anî zimên: “Piştî ku xebera qetlîamê ji me re hat ez û hevalekî min em tev de hatin gund. Li ser serê cinazeyan tu kes tunebû. Rehmetliyê apê min Mela Hisnî û Hecî Mistefa bi birîndaran re hatibûn Farqînê. Min  li ser serê cinazeyan geriyam û min tekbîr anî. Ez heta şeveqê li gund mam. Dema ku bû şeveq me rihaşte cinazeyê şehîdên xwe.”

Mehmet Mehdî Fîdanciyê ku li gund dijî û ji ber ku mêvanê wî hebûn wê şevê ji camiyê zû derketibû derheqê meselê de diyar kir tu kesî  wê rojê ji kesên ku di qetlîamê de birîndar bûbûn re nebûne alîkar .

“Kesên birîndar ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan”

Fîdanci di berdewama axavtina xwe de diyar kir PKK li gundên derdorê zext li gundiyan dikirin da ku di camiyan de dersê nedin û dû re wiha qala qetlîama Sûsayê kir : “Wê şevê ez çûbûm camiyê. Piştî nimêja eşayê ji ber ku mêvanên min hebûn ez derbasî malê bûm. Dema ku ez gihaştim malê dengê çekan hat. Ez çûm camiyê. Beriya bûyerê min PKKyiyan di nav gundiyan de dît. Tiştê herî pîs û neqenc di nav bûyerê de cî girtina gundiyan bû. Mislimanan ji camiyê derxistin û li ber camiyê wan şehîd kirin. Min yek bi yek li wan nihêrt, birîndar bûbûn. Me xwestd birîndarên xwe bibin nexweşxanê, lê şofêr di nav me de tunebû û ji gundiyan jî tu kes me nedixist wesayîta xwe û ji me re nebûn alîkar. Kesên birîndar ji ber jêçûna xwînê jiyana xwe ji dest dan.”

“Şehîd mudawîmên camiyê bûn, zarokên gund dianîn mizgeftê”

Fîdanciyê ku ji qetlîamê re bûbû şahid di berdewama axavtina xwe de wisa qala exlaqa şehîdan kir: “Şehîd mudawîmên camiyê bûn. Zarokên gund dianîn mizgeftê. Carekê gund li ser serê me kom bûn, ji me re gotin ku em ê wê ji camiyê derxin û em ê we bikujin. Ji me re gotin ‘Hûn çima tên camiyê û zarokên xwe bi xwe re tînin?’ Ji nav wan du kes gotin ‘Ka binêrin dersa çi didin, pêşî ka em lê binêrin.’ Dû re gundiyan hatin mêzandin ka em dersa çi didin. Dema ku hatin dîtin em dersa Qur’an û Siyerê didin wiha gotin ‘Em ji xwe ji van re mecbûr in, çima hûn li wan zext û zilmê dikin.’ Dû re çûn. Gundî her tim zilmê li me dikirin. Li ser milên wan çekên wan hebûn, lê belê çekên me tunebûn.”

Mela Muhammed Varolê li herêmê bi navê Mela Mizgîn tê nasîn derbarê vê qetlîama ku ji teref PKKyîyên hov ve hatiye kirin de ji ÎLKHAyê re berî niha nirxandinan kiribû û balan kişandibû li ser zilm û zordarîya ku ji teref PKKê ve li Mislimanan hatine kirin.

Mela Muhammedê ku nirxandinan kir diyar kir “Qetlîama Sûsayê di serî de bo herêma Kurdistanê û bi giştî jî bo ummeta Îslamê musîbeteke mezin bû.”

“Ev cinayeteke mezin e”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir li Sûsayê 10 Misliman bêsûc û belasebeb hatin qetilkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Li Sûsayê qetlîam û cinayeteke bêsûc û belasebeb hat kirin. Li ser wan kesên ku li Sûsayê hatin qetilkirin qet çek tunebû. Ew li mizgeftê îbadet dikirin û sohbetên Îslamî di nav xwe de dikirin. Rêxistine murted di ser camîyê de girt û bêsûc û belasebeb Mislimanan şehîd kir. Ji ber vê yekê ev yek qetlîameke mezin e. Her Mislimanekî/ê ku di qelbê wî/ê de îman hebe li ber vê bûyerê ketiye û bo wan Mislimanên ku şehîd bûne mehzûn bûye.”

 “Ji xizmetên Îslamî re dibûn asteng”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir berîya qetlîama Sûsayê li herêmê gelek tiştên nebaş diqewimîn û dû re wiha got: “ Lewra ev rêxistina xaîn qismî be jî li herêmê kontrolê xistibû destê xwe. Ji ber vê hakimîyetê nedihişt ku li herêmê fealîyetên Îslamî li herêmê bên kirin. Mislimanan tehdîd dikirin û ji xizmetên Îslamî re dibûn asteng. Dîsa ji xwe pê ve li herêmê tu kesî qebûl nedikirin. Xwedîyê zîhnîyeta Stalîn bûn û hebûna Îslamê û fikrên din ên li herêmê qebûl nedikirin. Ji ber vê yekê li hember muxalifên xwe zordestî û şiddetê tetbîq dikirin. Nexasim zêdetir li ser Mislimanan de dihatin.”

 “Divê li vî memleketî Îslam bê axavtin”

Varol diyar kir digel zextên ku dihatin kirin û gefên ku dihatin xwarin Misliman jî xebatên xwe yên Îslamî birêve dibirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mislimanên herêmê dixwastin micadeleya xwe ya Îslamî birêve bibin. Ji ber vê yekê guh nedidan gefxwarinên wan. Lewra ev memleket 1400 sal e ku memleketa Îslamê ye. Ji ber vê  yekê divê li vî memleketî divê Îslam bê axavtin. Sedema êş û elemên ku li erdnigarîya Îslamê dihatin kişandin li ber girtina hakimbûna Îslamê bû. Îslam ji hakimîyetê ketiye.. Însanê herêmê bawer kiribû ku ew ê Misliman bi Îslamê bigihijin heq û hiqûqên xwe. Ji ber vê yekê Mislimanên herêmê bo hakimîyeta Îslamê dixebitîn. Dixwastin Mislimanan hişyar bikin,  hewl didan berê wan bidin Îslamê. Misliman bawer dikirin li rêya xelasîyê û dermanê temamê derdan di vê rêyê de ye. Ji ber vê yekê xebatên Îslamî dikirin. Ew rêxistina murted a ku xwedîyê zîhnîyeta Stalîn bû, van xebat û xizmetên Îslamî yên ku dihatin kirin qebûl nekir û zextan li Mislimanan dikir. Misliman terka vê micadelê nekirin û xizmetên xwe domandin. Ew xaînên ku xebatên Îslamî li xweşa wan nediçûn di mizgeftê de Mislimanan qetil kirin.”

 “Fealîyetên Îslamî zaliman aciz kirine”

Varol di berdewama axavtina xwe diyar kir ew Mislimanên li Sûsayê bi saxiya xebatên xalis gihaştina meqama şehîdîyê û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: “ Sûsa bi taybet hat hedefgirtin. Ew Mislimanên li Sûsayê bi şikleke bi îxlas micadeleya xwe didomandin û di doza Îslamê de samîmî bûn. Fealîyetên Îslamî yên Mislimanên li Sûsayê elbet zamilan aciz kiribûn. Ji ber vê yekê hatin hedefgirtin. Dibe ku wan bê muhafeze û kesên ku zû bên kuştin dîtibin. Ev îxtîmal jî heye. Dibe ku li derdora wan Mislimanan gelek xaîn hebûn. Bi şiklekî wanan xafil dîtin. Li gor qenaata min sedema hedefgirtina Mislimanên li Sûsayê xebata wan a samîmî û bi îzlas bû. Ev xebatên wan ên bi îxlas ji wan re meqama şehadetê kirin nesîb.”

 “Nehiştin ku xebera qetlîama Sûsayê li derdorê belav bibe”

Varol di berdewama axavtina xwe de diyar kir piştî vê qetlîama mezin Misliman tev mehzûn bûn û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Hinek Misliman xwestin ku destê alîkarîyê dirêjî wan bikin, hinek ji wan jî dirêj kirin. Lê belê alîkarîyeke ciddî nehat kirin. Mislimanên ku xizmetên Îslamî dikirin ji ber ku di destên wan  hêza çapemenîyê tunebû bi şikleke kamil û baş nikaribûn derdê xwe ji derdorê re bêjin û ji ber vê yekê dengê wan ji teref însanan ve nehat bihîstin. Gelek însan ji vê bûyerê bêxeber man. Çapemenî û weşana murtedên xaîn bihêz û qewettir bû. Çapemenîya emperyalîzmê di bin emrê wan de bûn. Bi vî awayî asteng kirin ku qetlîama Sûsayê  li derdorê bê belavkirin. Dîsa bi vî awayî mexdûrîyeteke mezin pêk hat. Lê belê xwedîtê Mislimanan Xweda ye. Ew bi vê qetlîamê hewl dan çavê Mislimanan bitirsîne; lê belê ew qetlîam bi teqdîra Xweda vegerîya aleyha wan.”

Varol di dawîya axavtina xwe de diyar kir ger ev xaîn dîrokê xwendibana van qetlîam û cinayetan nedikirin, ew kesên ku li ser maddê hisabê dikirin  her tim winda dikin û dû re weha bang li Mislimanan kir: “ Divê Misliman her tim hişyar bin û micadeleya xwe bidomînin.”(ÎLKHA)

Li Sûsayê çi bû?

PKKyê ku ji roja hebûna xwe heta îro zulm li gelê Kurd ên Misliman kiriye di 26ê Hezîrana 1992yan de li navçeya Farqîna Diyarbekirê di Gundê Sûsayê de qetlîamek wehşiyane kir. PKKyê ku dîroka wê ji zulm û zordariyê dagirtiye rûyê xwe ya wehşiyane carek din li Sûsayê  nîşan da.

PKK, di 26ê Hezîrana 1992yan de roja înê ji alîgirên xwe piştgirî sitand û cil û bergên leşkerî li xwe kir. Dûvre di ser Mizgefta Sûsayê de girt. PKKyiyên ku piştî deriya mizgeftê şikandin û dûvre têketin nav mizgeftê, piştî nimêja îşayê cemaeta ku guhdariya siyera nebî dikir bi şiklekî zorê derxistin derve.

PKK,  destê 14 Mislimanan girê da û piştî ku ji qudsiyetên Mislimanan re heqeratan kir re bi çekên lûledirêj Mislimanan da ber berikan. Di encama wehşetê de 4 birayên bi navê Zekî (12), Medenî (18), M. Mekî (19) û M. Saîd Fîdanci (28); M. Emîn (15), Adnan (20) û Ahmet Kantar (48), M. Alî Uslu (26), Huseyîn Çetînkaya (30) û melayê gund Abdulhaluk Ugas (37) şehit bûn. 4 kes jî wek birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir