• DOLAR 32.566
  • EURO 35.007
  • ALTIN 2432.034
  • ...
Li Kolombiyayê 3 ton tiryak hat bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrê Parastinê yê Kolombiyayê Diego Molano daxuyaniyek da û diyar kir ku di operasyona tiryakê ya ku ji aliyê hêzên deryayî ve hatiye lidarxistin de 3 ton madeyên hişbir ên ku ji bo şandina welatên Amerîkaya Navîn hatibûn amadekirin hatin desteserkirin.

Molano diyar kir ku hişbirên ku li herêmên Choco û Valle del Cauca hatine girtin 6 milyon dozên kokaîn û esrar in.

Nirxa tiryakên ku hatin bidestxistin li bazara reş bi 82 milyon dolarî tê texmînkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir