• DOLAR 32.392
  • EURO 35.145
  • ALTIN 2324.16
  • ...
Tirkmenistan ji Efxenîstanê re 20 ton alîkarîya însanî şîyand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Balafira alîkarîya însanî ya ku tê de xwarin û amûrên alîkarîya ‘ewil ya tenduristîyê hebûn û ji teref Tirkmenîstanê ve ji bo wîlayetên Host û Paktîkayê hat şîyandin îro serê sibê gihîşt Balafigeha Navneteweyî ya Kabîlê.

Ji bo şîyandina balafirê li balafirgehê bernameyek hat tertîpkirin û Mewlewî Muhammed Nesîm Hakkanîyê Dîrektorê Minasebetên bi Xelqê û Înformasyona Wezareta Minasebetên bi Xelqê re û Înformasyonê jî di bernameyê de axivî. Mewlewî di axavtina xwe de ragihand ku ev şîyandina alîkarîyê ya Tirkmenistanê, ji bo welata wî gelek muhîm e û ew ê van alîkarîyan jî ji herêmên ku erdhej pêk hatin re bi şeffafî belav bikin.

Xoca Ovezovê Sefîrê Kabîlê yê Tirkmenîstanê, ji bo kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane tezîyeyên xwe teqdîm kir. Ovezov, got ku bi tevî alîkarîya ku îro hat kirin ew ê alîkarîya wan yê li Efxenîstanê berdewam bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir