• DOLAR 32.59
  • EURO 34.884
  • ALTIN 2502.57
  • ...
Nimêja cenezeyê Mahmut Ustaosmanoglu hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji bernameya ku di Mizgefta Fatîhê de hat tertîpkirin re Recep Tayyîb Erdoganê Serokkomarê Tirkîye, Prof. Dr. Alî Erbaşê Wezîrê Karên Dîyanetê, Hasan Kiliçê Xocaefendîyê serokê nû yê Cemaeta Îsmaîlaxa, Alî Qaradaxîyê Sekreterê Yekîtîya Alimên Cîhanê, hinek wezîran û hinek temsîlkarên partîyên sîyasî û gelek kesên ku di nav welêt û derveyê welêt de ne beşdar bûn.

Nimêja cinazeyê Mahmut Ustaosmanoglu kurê wî Ahmet Ustaosmanoglu da kirin.

Piştî nimêjê Mahmut Eren Xoce, axavtineke ku qala Mahmut Ustaosmanoglu dike kir.

Piştî axavtinê kurê merhum, Ahmet Ustaosmanoglu bi bîr anî ku di cihê bavê wî de Hasan Kiliç Xocaefendî bû serokê Cemaeta Îsmaîlaxayê.

Serokkomar Erdogan jî di bernameyê de axavtinek kir û bername bi xwendina diayê yê ji teref Alî Erbaş ve dawî bû û cenaze jî ji bona ku bê defnkirin hat birin goristana Eyupsultan Sakizagaci. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir