• DOLAR 32.507
  • EURO 34.972
  • ALTIN 2429.722
  • ...
Li Nîjeryayê du kelek li hev qelibîn: 8 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ipîgansî Ogonîbayê Serokê Sendîkaya Karkerên Sendîka yê Denîzê derheqê qezayê de ji çapemenîya welêt re daxuyanî da û di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku kelek ji Korokoroseîyê diçû Ayama Ijawê.

Ogonîba di daxuyanîya xwe de weha got, “Şofêrê Kelekê ji ber ku baran dibarîya çadirê avîtîye li ser rêwîyan û wan parastîye. Mixabin rêwîyan jî ji ber ku baş bi çadirê negirtine ba li çadirê xistîye û çadir çûye li ser serê şofêr û dîtina şofêr asteng kirîye. Ji ber ku şofêr pêşîya xwe nedîtîye kelek li keleke dinê qelibîye û bin av bûye.”

Ogonîba di berdewama daxuyanîya xwe de îfade kir ku di kelekê de 12 kes hebûn, ji nav wan 12 kesan 8 kes canê xwe ji dest dan û 4 rêwî jî bi saxîti hatin xelaskirin.

Di berdewama daxuyanîyê de bal hat kişandin ku ji teref şofêrê kelekê ve ji rêwîyan re êleka ku mirov bi wî li ser avê dimîne nehatîye belavkirin û di vê qezayê de jî sersarî heye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir