• DOLAR 32.338
  • EURO 35.134
  • ALTIN 2302.013
  • ...
Fermandarê Efxan yê di Guantanamoyê de dihat girtin bi xebatên Emîrtîyê hat berdan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zebîhullah Mucahîdê Berdevkê Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê daxuyand, di encama xebatên Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê û minasebetên bi raste rast yê bi Emrîqayê de, esedullah Harunê ku di girtîgeha Guantanamoyê de ye hat berdan.

Mucahîd di daxuyanîya xwe de destnîşankir ku ew girtîyên Efxenî yên ku li welatên dinê hatine girtin micadelekirina ji bona ku bê berdan ji xwe re wezîfeyek dibînin û ji bona ku tu Efxenîyek li welatên dinê di bin zilmê de nebînin micadele dikin.

Mucahîd di daxuyanîya xwe de weha got, “Em niha bi hinek welatên ku Efxenîstanî li wê derê hatine binçavkirin re di nav minasebetê de ne û xebatên ku bila ew bi lez bên berdan jî berdewam dikin.”

Mucahîd, di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku ew di nav kêfîya gihaştina Harunê ku ji Guantanamoyê derketîye û gihiştîye malbatê xwe dijîn, ji Qetarê re jî ji ber ku di meseleyê de gelek micadele kirîye re sipasîyan kir.

Esedullah Harunê ji fermandarên herî muhîm yê Hîzb-î Îslamî/ ji partîya Gulbeddîn e û li hember Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst jî micadeleyên herî mezin daye, di 22yê Hezîranê sala 2007an de ji teref leşkerên Emrîqayê ve hatibû qefaltin û hatibû kirin Girtîgeha Guantanamoyê Emrîqayê yê ku li Kubayê ye. Mark Maherê ku parêzerê Esedullah Harun e, di daxuyanîya xwe yê ku sala borî kir de bal kişandibû ku muwekîlê wî di sala 2007an de heta niha bê sûcdarîyek û bê darizandinek di girtîgehê de hatîye girtin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir