• DOLAR 32.564
  • EURO 34.922
  • ALTIN 2431.165
  • ...
Li Efxenîstanê erdhej: Herî kêm 280 mirî û 600 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî Bahtara ajansa xebera fermî ya Emîrtîya Îslamê ya Efxenîstanê, erdheja ku li wîlayeta Paktîkayê pêk hat li navçeyên Barmala, Zîruka, Naka û Gayanê jî hat hîskirin û di encama wê erdhejê de herî kêm 280 kes canê xwe ji dest dan û 600 kes jî birîndar bûn.

Rayedarên mehellî îfade kirin ku ew ji navendê alîkarîya acîl daxwaz dikin û zêdebûna hêjmarên mirîyan jî endîşe dikin.

Hat destnîşankirin ku li navçe û gundan jî gelek xanî xira bûn, gelek kes jî di bin enqazê de man.

Melle Abdulganî Bîraderê Alîkarê Serokwezîrê Emîrtîya Îslamê yê Efxenîstanê, derheqê erdhejê de peyamek belav kir û di peyama xwe de kerba xwe dîyar kir. Bîrader, ji kesên ku canê xwe ji dest dane re ji Xwedê Teala rehmê daxwaz kir, ji kesên birîndaran re jî şîfa xêrê daxwazî kir.

Navenda Sîsmolojîya Behra Spî-Ewrupayê daxuyand ku, li bajara Hosta navenda îdarîya Paktîkaya Efxanîstanê di mezinahîya 5,8an de erdhej pêk hat. Erdhej 30 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir