• DOLAR 32.518
  • EURO 34.825
  • ALTIN 2425.904
  • ...
Libnan: Ger ku alîkarî neyê kirin em ê bi zorê koçberên Surîyeyî ji welêt derxin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mîkatî di bernameya Plana Midexelekirina Krîza Libnanê ya ku NYjî alîkarîyê dide de axivî, di axavtina xwe de destnîşan kir ku li cîhanê li gorî nifusê ew ê ku herî zêde Sûrîyeyî dihewîn e Libnan e.

Mîkatî, di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ku ew ji 1,5 milyon Sûrîyeyîyên ku bi zorê ji cihê xwe bûne re xwedîtîyê dikin, û ji destpêka herba Sûrîyeyê piştî 11 sal paşê got ku “êdî qeweta me yê ku em vê barê bar bikin nemaye”.

Mîkatî di berdewama axavtina xwe de weha got, “ Ez ji civaka navneteweyî re bang dikim. Ez di derheqê îadekirina Sûrîyeyîyan de ku vegerin welatê xwe de bang dikim. Nexwe em ê li gorî qanûnê Libnanê dest bi vegerandina wan bikin.”

Sazîyên wek sazîyên Rêxistina Ef Navneteweyî û Rêxistina Şopandina Heqên Mirovahî, dibêjin ku vegerandina koçberên Sûrîyeyî ya bi zorê ne rast e.

Ji sedî 25ê nifusa Libnanê ya ku 6 milyon e Sûrîyeyî ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir