• DOLAR 32.585
  • EURO 34.923
  • ALTIN 2431.06
  • ...
Filistînîyekî îxtîyar ê ku şênîyên îşxalkeran êrîşî wî kirin birîndar bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şênîyên îşxalkerên ku altaxîya rejima sîyonîst a îşxalker dikin, êrîş li Filistînîyên ku li herêma Şerîaya Rojava dijîn dikin, carna êrîşî malen wan, carna jî êrîşî ‘erdên wan dikin û zirarê didin wan. Daran dişewitînin, xira dikin, ji mehsulên heywanî û zîreatî re jî zirarê didin.

Şênîyên îşxalkerên ku li hember ewqas tiştan sîlekî jî liwan nakeve, ji vê bêdengîyê cesaret digrin û vê carê jî Filistînîyekî îxtîyar birîndar kirin.

Li gorî agahîyên ku ji meseleye dîtine hatine bidestxistin Abdulkerîm Îbrahîm El-Ca'berîyê 64 salî, dema ku li nav ‘erdê xwe yê ku nêzê wan îşxalkeran e dixebitî êrîş li wî tê kirin.

El-Ca’berîyê di encama êrîşê de birîndar bû serçevê wî werimî û hat rakirin nexweşxaneyê.

Ji teref Cad Îshakê Midirê Giştî yê Enstîtuya Lêgerîna Sepanî yê Qudsê daxuyanîyek belav kir û di daxiyanîya xwe de îfade kir ku li herêmên Şerîaya Rojava û Qudsê 199 heb navenda rûniştina îşxalan, bi tevî 220 xanîyên biçûk 419 navenda rûniştina îşxalkeran heye. Li vê dere 913 hezar şênîyên îşxalker jîyan dikin.

Ev cihên rûniştinê ya ku rejima îşxalker bi ‘erdên Filistînîyan bi zorê ji wan distîne û ji bo sîyonîstan dike cih û war, li gorî qanûnên navneteweyî di nav rewşa ne meşru de ye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir