• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Ebu Zuhrî: Di bergehê de nîşanên serfirazîyê wa xuya bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ebu Zuhrî di roportaja ku ji teref Ragihandina Daîreya Ragihandina Xezzeyê ya HAMASê ve hatîye kirin de îfade kir ku, qeweta berxwedanê heye ku rejima îşxalker ji li vê derxe, mekanên pîroz û xelqê Filistînê biparêze.

Zuhrî di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku rejima îşxalker di dema pajveçûnîyê de û di dema windabûnîyê de ye.

Di berdewama axavtina Ebu Zuhrî de weha hat gotin, “Li hember berdewamkirina êrîşên rejima îşxalker ya li Filistînîyan ew ê berxwedan jî berdewam bibe. Di bergehê de nîşanên serfirazîyê wa xuya dibe. Herba Şûra Qudsê ya ku saleke berê hatibû kirin di dîroka dozê de ji bo vegerandinê ciheke gelek muhîm e. Ew qas alîkarîya ku ji Emrîqayê distîne jî ew ê wî xelas neke.”

Zuhrî di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê îşxalkirina herêma Şerîaya Rojava ku bi hevkarîya di navbere Bireveberîya Filistîn û rejima îşxalker de hat kirin jî destnîşan kir û got ku li hember îşxala rejima sîyonîst ew ê li Qudsê û Şerîaya Rojava micadeleyek qehremanî bê dayîn.

Zuhrî dîyar kir ku ew peymana ku hatîye îmzekirin ew ê ji xelqê Filistînê re gavê paşveçûnîyê navêje û weha axavtina xwe dawî kir, “Lazim e ku normalbûnîya ku bi rejima îşxalker re tên kirin bên dawîkirin çîmkî wan welatên ku bi rejima îşxalker re normalbûnîyê dikin tê vê me’neyê ku bila rejima îşxalker heqê xelqê Filistînê îxlal bike, ‘erdên Quds û Filistînê îşxal bike.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir