• DOLAR 32.516
  • EURO 34.841
  • ALTIN 2494.103
  • ...
Li Êlîhê li ber dadgehê bi kêran şer hat kirin: 6 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, du malbatên ku di navbera wan de ji ber ‘erdan neyartî hebû li ber Dadgeha Êlîhê piştî dozê bi kêran li hev xistin.

Di encam li hev xistinê de li gorî dîyarîyên ‘ewil herî kêm 6 kes birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji dadgehê re gelek ekîbên polês û tenduristî hatin sewqkirin. Li hev xistin jî bi midexeleya polêsan dawî bû.

Hat destnîşankirin ku di li hev xistinê de F.T (60), S.T (44), M.T. (56), N.T. (47) û du kesên ku hê navên wan nehatine bidestxistin birîndar bûn û bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan. Hat destnîşankirin ku rewşa F.T. giran e.

Tehqîqata ku derheqê meseleye de hat destpêkirin berdewam dike. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir