• DOLAR 32.597
  • EURO 34.808
  • ALTIN 2500.14
  • ...
Xelq ji şaredarîyê konseran naxwaze xizmetê dixwaze
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Temsîlkarên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl diyar kirin ku ew fêhmnakin ku di demekê wisa de ku pirsgirêkên îqtîsadîyê ku di asta herî zor tê derbaskirin de, şaredarî çima gelek pereyên mezin xerc dikin û konseran li dar dixin û gotin ku xelq ji şaredariyê bêvîya xizmetê ne.

Di demên dawîn de bi taybetî li alîyê Rojhilat û başurê ji teref walîtî û şarederayan ve, konserên ku menewîyata ciwanan, fikrên wan û kultirên wan xira dike tên tertîpkirin û van konseran jî dibe sebeba bertekan.

Konserên ku di demeke wisa ku di îqtîsadîyê de pirsgirêkên gelek mezin û zehmet derbas dibe de tên tertîpkirin, ji teref welatîyan, temsîlkarên sîyasî û rêxistinên sîvîl ve bertek tê nîşandan.

Xelq, temsîlkarên partîyên sîyasî û rêxistinên sîvîlên ku ji konserên ku bi pereyên piranî tên tertîpkirin re bertekan nîşan didin, bal dikşînin ku bila şaredarî li cihê îstîhdam û veberanînan, konserên îsraf û îfsadê çêdike û ev tişt jî ne rast e.

Xelq, temsîlkarên partîyên sîyasî û rêxistinên sîvîlên ku dibêjin di demeke wisa ku ekonomî gelek xirabe de li Entabê tertîpkirina konserên ewakî re tu meneyek nikarin bidin, ji ber vê yekê ji şaredarîyê ji bona ku pirsgirêkên binesazî bên rakirin û veberanînan bên tertîpkirin û îstîhdam bên vekirin daxwazîyan dikin.

Temsîlkarên partîyên sîyasî û rêxistinên sîvîlên ku dibêjin ev konseran menewîyata ciwanîyê xira dikin, zirarê dide exlaqê, îsrafê dike û dibe sebeba îfsadê, destnîşan dikin ku bila pereyên ku ji van konseran re tên xerckirin bila ji xizmetê re, ji bona perwerdehîya ciwanan û li alîyê zanyarîyê gerek bê xerckirin.

Derheqê vê meseleyê de Faruk Goçerê Serokê Bajarê Entab yê HUDA PARê, Ufuk Çilginlarê Serokê Bajarê Entab yê Partîya Refaha Ji Nû ve, Mehmet Îslamê Serokê Bajarê Entab yê Seadetê, Ahmet Gokê Serokê Şûbeyê Entab yê Egîtîm Bîr-Sen û Memûr-Senê, Mehmet Taşê Serokê Komeleyê Evîndarên Pêxember yê Entabê û Îzzettîn Beyazê Serokê Şûbeyê Entab yê Weqfa Ciwanên Millî û Komeleya Ciwanîyê yê Anadolîyê jî fikr û ramanên xwe gotin.

“Pereyê xelqê ku ji konseran re tê xerckirin ne rast e”

Faruk Goçerê Serokê Bajarê Entab yê HUDA PARê weha got: “Em bi zeman radikevin û bi zeman şîyar dibin. Bi taybetî jî di xwarin û mazotê de van zeman tên dîtin. Ji ber vê yekê bernameyên ku bi menewîyata civakê re ne yek e tên kirin. Pereyê xelqê ku ji konseran re tê xerckirin ne rast e. Xelqê me jî ji şaredarîyê daxwaz dike ku bila van konser û bernameyên ku ji civakê re xêra wî tineye neyên tertîpkirin. Xelqê me ji şaredarîyê xizmetê dixwaze.”

“Bi milyonan mirov bi zorê îdareyên xwe dikin”

Ufuk Çilginlarê Serokê Bajarê Entab yê Partîya Refaha Ji Nû ve weha got, “Bi milyonan kesên ku bi mûçeya kêmane îdareya xwe dikin ji bona ku roja xwe derbas bikin micadeleyek mezin didin. Bi milyonan karbesên ku bi pereyek hindik îdareya xwe dike hene, gelek rêyên Entabê xirab in, erebe û mirov dema ku di wan rêyan de derbas dibin di gelek qulikên ku av tijîne de derbas dibin. Rewşa welatîyan li ber çevan e. Ji ber vê yekê di demeke ewakî de van bername û konserên ewakî ne rast e ku bên tertîpkirin.”

“Van bernameyên ku tên tertîpkirin ji hessasîyeta civakê me re dûr dikeve”

Mehmet Îslamê Serokê Bajarê Entab yê Seadetê, “Em di nav demeke gelek zehmet de derbas dibin. Di demeke ewakî yê ku pirsgirêkek îqtîsadî tê kişandin de, tertîpkirina konseran ya ku ji teref şaredarîyan ve ji hessasîyeta civakê re dûr dikeve û ev tiş jî me gelek diqehirîne. Ji ber vê yekê em bi navê Partîya Seadetê ji şaredarîya bajar a mezin û şaredarîyên navçe re dibêjin ku bi zûtirî van konseran betal bikin û gavên ku ji menewîyat û kulturên civakê re ne dûrin bavêjin.”

“Li Tirkîyeyê zêhnîyetek ku ciwanan bi herfan wek ku Y û Z kategorîze dike derketîye”

Ahmet Gokê Serokê Şûbeyê Entab yê Egîtîm Bîr-Sen û Memûr-Senê, “Li Tirkîyeyê zêhnîyetek ku ciwanan bi herfan wek ku Y û Z kategorîze dike derketîye. Ez vê zêhnîyetê qebûl nakim. Ciwanên me yên paqij hene. Mezinên dewletê jî gerek van ciwanên me perwerde bikin û ji bona perwerdehîya wan gavan bavêjin.  Lê em dibînin ku ew jî tiştên ku ji ciwanan re xirabîyê dide dikin. Ev tişt xeletî ye. gerek armanca wan ne ew be. Van bernameyên ku exlaqê xira dike neynê tertîpkirin.”

“Xerckirina îmkanên şaredarîyê ji bona tiştên bereday mirovan dide fikirandinê”

Mehmet Taşê Serokê Komeleyê Evîndarên Pêxember yê Entabê, “Di demên dawîn de li welat pirsgirêkên ekonomîyê gelek mezin tê kişandin. Hema hema her roj ji tiştên ku jîyanê tesîrdar dike re zem tê. Welatî ketîye rewşeke wisa ku êdî nikare îhtîyacîyên xwe bistîne. Van pirsgirêkên ku tê dîtin jî bi taybetî ji teref wan kesên ku qezencên wan kêmin ve di nav zehmetîyek mezin de derbas dibe. Nexwe li gorî fikra dewleta civakî û şaredarîya civakî wezîfe û mesulîyetên wan yên serî; avakirin, av, binesazî, çundin û hatin, tenduristîya derdorê, paqijî, xanî, trafîka nav bajêr, lêkirina daran, parq, cihên sporê, alîkarîya civakî, alîkarîya îqtîsadî bên tertîpkirin e. Lê em dibînin ku dêla van tiştan de wan pereyan ji bona tiştên bereday, tiştên ku bi menewîyatê me re ne rast in, tiştên ku ciwanan ji rê derdixe û îfsadê dike tên tertîpkirin.” (ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir