• DOLAR 32.421
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2327.379
  • ...
Li Brezîlyayê hêjmarên mirîyên ku ji ber lehîyê mirin derket 127 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Paulo Camarayê Walîyê Wîlayeta Pernambucoyê daxuyand ku, ji ber barîna barana zêde ya ku ji hefteya borî xwe tesîr dike, ji ber vê yekê lehî û hezaz pêk hatin, di encama lehî û hezazê de 127 kes mirin û 2 kes jî hê winda ne.

Hat destnîşankirin ku ji ber barîna barana zêde di 51 bajaran de xesar pêk hat û di 31 bajaran de jî rewşa acîl hat îlankirin.

Hat îfadekirin kesên ku ji malên xwe bûne jî di 27 bajaran de di nav 111 sitargehan de dijîn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir