• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Entabê serwîsa karkeran û erbeyek li hev qelibîn: 15 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Dogrulara li ser rêya Nîzîp-Karkamişê erebeya ku di bin qontrola S.E. (40) de bû li serwîsa bi plaqeya 27 ADV 330 ku di bin qontrola Î.O. (43) de bû serî li ser li hev qelibîn û di encama qezayê de serwîs qelibî.

Di encama qezayê de bi tevî şofêrên erebeyan 15 kes birîndar bûn.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Hat destnîşankirin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Nîzîbê.

Hat îfadekirin ku cenderme derheqê qezayê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir