• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Li Entabê qazana biharê teqîya: Mirîyek û birîndarek
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li navçeya Şehîtkamîla Entabê di sîteya sanayîyê ya ku hilberîna tiştên kîmyevî dihat kirin de qazana biharê teqîya.

Hat destnîşankirin ku di dema teqînê de dîwara ku li ber qazanê bû xira bû û perçeyên ku ji dîwarê firîyan jî 20 metre dûrê febrîqayê pekîyan.

Bi xeberdayîna mirovan ji cihê teqînê re ekîbên tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.

Di encama teqînê de karker Semîh Musso û Ahmet Maraî birîndar bûn. Karkerên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku Semîh Musso dema ku hat rakirin nexweşxaneyê û di nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir