• DOLAR 32.602
  • EURO 34.792
  • ALTIN 2499.363
  • ...
Di cihê balafira ku li Nepalê ket de 14 ceset hatin dîtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat destnîşankirin ku li Nepalê balafireke ku 22 rêwî tê de bûn di radarê de winda bû û ji ber vê yekê xebatên lêgerînê hat destpêkirin.

Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin enqaza balafira ku aîdê Rêhewayên Aîr Tara Nepallîyê ye li alîyê çîyayê ya li herêma Mustangê ye hat dîtin.

Di encama xebatên lêgerînê  cesedên 14 kesan hatin dîtin.

Hat destnîşankirin ku balafir li çîya qelibî û perçe bû, xebatên ku cesedên dinê bên dîtin jî hê berdewam dike.

Balafira Twin Ottera ku ji teref Kanadayê hatîye çêkirin doh serê sibêpiştî çend deqîqeyê ku di dema ji Balafirgeha Pokharayê rabû de ji radarê winda bû. Di balafirê de bi tavî 13 welatîyên Nepalî, 4 welatîyên Hîndî û 2 welatîyên Elmenî tev de 22 rêwî hebûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir