• DOLAR 32.332
  • EURO 35.081
  • ALTIN 2280.134
  • ...
Li başura Çînê ji ber barîna zêde 15 kes canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li wîlayeta Fujîaneyê di encama hezazê de 2 avahî hilweşîyan, 8 kes canê xwe ji dest dan.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li navçeya Wupîngê 39 xanî xira bûn, ‘erdên zîreatê di bin avê de man, ceryan qut bûn û ji 1600î zêdetir kes jî hatin tehlîyekirin.

Hat dîyarkirin li wîlayeta Yunnanê jî 5 kes mirin û 3 kes jî winda bûn. Firtûneya bi şîddet jî ji rê, pir û tesîsên enerjîyê re zirarê da.

Ji 3 zarokan 2 zarok ên ku li wîlayeta Guangksîyê di bin avê de man mirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir