• DOLAR 32.431
  • EURO 34.454
  • ALTIN 2487.222
  • ...
Misilmanên ku di Tac Mahalê de nimêj dikirin hatin binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mesele, di pêncşema borî li bajara Agrayê di Mizgefta Tac Mahala ku ew ê herî mûhîm e de pêk hat.

Li gorî xebera medyaya Hîndîstanê, 4 Misilman li bajara Haydarabadê hatin Tac Mahalê zîyaret kirin û li vê derê nimêj kirin.

Misilmanên ku di mizgeftê de nimêj kirin, ji teref polêsan ve ji bona ku li welat xeyn ji nimêja Înê kirina nimêjên dinê qedexeye û ew jî nimêj kirine hatin binçavkirin.

Derheqê Misilmanan de bi sucê “serhildan û tewşwîqkirina îsyanê” doz hat vekirin.

Ev mesele Misilmanên ku li Agrayê rûdinên jî gelek qehirand û daxwaz kirin ku bila bi lez û bez wan Misilmanan bên berdan.

Samî Aghaîyê Serokê Bhartîya Muslîm Vîkas Parîshadê îfade kir ku haya wan Misilmanan ji doza vê bêhiqûqî tuneye û ev doza ku hatîye vekirin jî gelek bereday e. Aghaî, got ku bila rayeder uzrên xwe bixwazin û wan Misilmanan berdin.

Aghaî, di berdewama axavtina xwe de dîyar kir ku sûcdarên ku ew ê bi ‘esil in wan polêsên ku derheqê qanûnê de agahî ji wan Misilmanan re nedane ne.

Meqamên Hîndîstanê, hew dihêle ku Misilmanan di Tac Mahalê de nimêja Înê tenê bikin. Misilmanên ku daxwaz bikin nimêja Înê bikin jî gerek nasnavên xwe ji rayedaran re bibêjin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir