• DOLAR 32.516
  • EURO 34.577
  • ALTIN 2493.936
  • ...
Rejima sîyonîst a îşxalker zarokekî Filistînî şehîd kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîya Filistînê ve hat belavkirin, Zeyd Saîd Muhammed Guneymê 15 salî, di encama êrîşa rejima îşxalker ku li herêma Beytlahîmê kir de şehîd bû.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku sê gule li Guneym ket, yek gule li stuyê wî du gule jî li pişta wî ket û dûre hat rakirin Nexweşxaneya Îhtîsasa Yemameyê.

Di encama êrîşên rejima îşxalker de ku li çend herêmên cuda kir 90 kes birîndar bûbû. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir